Cenazeyên 7 şervanên YPG’ê ku di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Bakurê Kurdîstanê. Cenaze, li Qoserê ji aliyê deh hezaran welatiyan bi gul û kulîlkan hatin pêşwazîkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Celal Ogmen (Sîpan Çiyager), Ercan Alagunduz (Têkoşer Întîkam), Fehmî Polat (Akîf Zewkan), Hasan Cûdî (Cûdî Dilşêr), Sînan Aslan (Serhat Bêgirî), Taner Kesercî (Merwan Pîro) û Cengîz Pişkîn (Cûdî Gever) ên ku di berxwedana gundê Alya û Tilboxa yên Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ên Rojava ve cenazeyan anîn Deriyê Sînor ê Dirbêsiya Qoserê. Piştî ku li derê sînor kar û barên fermî cenaze ber bi Qoserê ve bi karwanê wesayîtan ên ku ji sedan wesayîtî pêk dihat derxistin rê. Di nav meşa karwanê cenazeyan de Namzetên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim, Enîse Guneylî, Mehmet Alî Aslan, endamên MEYA-DER'ê, Hevserokên DBP û HDP’a Mêrdînê, hevşaredarên DBP’î yên herêma Mêrdînê, nûnerên saziyên civakî, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî amade bûn.
QOSERÎ HERIKÎN QADAN Û CENAZE PÊŞWAZÎKIRIN
Dema karwanê wesayîtan Dirbêsiyê bi rêket û gihîşt navenda Qoserê ji aliyê deh hezaran welatî ve hate pêşwazîkirin. Bi deh hezaran welatiyan bê navber dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ”, “Şehît namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kirin. Welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, YPG, YPJ û flamayên kesk, sor û zer hildan û gul û kulîlkan cenaze pêşwazî kirin. Li şûna ku karwanê cenazeyan li ser rêya bejahiya Qoserê di 10 deqeyan derbas bibe, ji ber herîkana gelê Qoserê karwanê wesayîtan li navçeyê di nav saetekê de derbas bû. Balkêş bû hemû Qoser herikîbû ser rê û xwedî li cenazeyan xwe derketin.
LI ÎSTASYONÊ JI ALIYÊ HEZARAN VE HATE PÊŞWAZÎKIRIN
Her wiha li ser rê wesayîtên polîsan ên zirxî ku hatibûn bicihkirin, dem bi dem bû sedema berteka gel û ciwanan kevir avêtin. Piştî ku karwanê wesayîtan ên cenazeyan ji Qoserê derket li taxa Îstasyonê ya navçeya Artukluyê dîsa ji aliyê hezaran welatî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî ku karwanê cenazeyan ji Taxa Îstasyonê jî bihurî cenazeyan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û li vir ji aliyê malbatên YPG’iyan ve kêliyên hestewar hatin jiyîn. Cenazeyên YPG’î Fehmî Polat û Sînan Aslan li ji bo karên otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin hiştin û cenazeyên YPG’iyan ên din ji bo otopsiyê birin Amedê.
Piştî ku cenazeyên YPG’iyan ên li Mêrdînê otopsiya wan bên bi dawî kirin wê cenazeyê YPG’î Polat sibê ber bi navçeya Geverê ve û yê YPG’î Aslan jî ber bi Wanê derxin rê.