Nûnerê MEYADER'ê Îlboga yê di provokasyona AKP'ê ya li Tendurekê de ji ber gulereşandina leşkeran bi giranî birîndar bû û berî tedawiya wî temam bibe ew şandin girtîgehê, bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rû bi rû ye. Malbata Îlboga û Nûnertiya TUHAYD-DER a Bazîdê, banga baldarî û çalakiyên demokratîk kirin.
Di 11'ê Nîsanê de leşkeran li hember welatiyên ku xwestin şitilan biçînin, li navçeya Giyadinê ya Agiriyê operasyon pêk anîn û di encama gulebarana leşkeran de 2 gerîlayên HPG'ê, Hevserokê berê yê HDP'ê yê Giyadinê Cezmî Bûdak jiyana xwe ji dest dan û nûnerê MEYADER'ê Cenap Îlboga birîndar bûbû û gelek leşker hatibûn kuştin.
Cenap Îlboga demekê li Erzîromê li nexweşxaneyê tedawî didît û hêj tedawiya wî bi dawî nebûbû hat binçavkirin û girtin. Tûrgay Îlboga li girtîgehê birayê xwe Cenap Îlboga ziyaret kir û anî ziman ku birayê wî li girtîgehê nayê dermankirin û ev agahî da: "Doktor wekî ku henekên xwe pê bike pansûman dike û şûn ve dişîne. Ligel rapora doktoran ya 'nikare di girtîgehê de bimîne' bi awayekî dij mirovî di girtîgehê de radigirin. Ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê dibe ku nexweşî lê giran bibe. Ji xwe bi kursiyan astengdaran ew anîn dadgehê. Bi tena serê xwe nikare pêwendiyên xwe yên rojane bicih bîne. Bi alîkariya hevalên xwe pêwendiyên xwe tîne cih."
Îlboga da zanîn ku birayê wî divê li girtîgehê neyê girtin, serbest bê berdan û wiha axivî: "Bi awayekî nehiqûqî di girtîgehê de radigirin. Em hiqûq û edaletê dixwazin. Dermanên ku doktor li revîrê dide birayê min, bandoreke neyînî li ser dike. Her derê birayê min werimiye. Dema min birayê xwe di wê rewşê de dît, pir matmayî mam. Divê heyeta doktaran biçe girtîgehê û rewşa birayê min bibîne. Rêveberiya girtîgehê sewqî nexweşxaneyê nake. Çend caran ji bo biçe nexweşxaneyê daxwazname daye, lê dîsa jî nebirine nexweşxaneyê. Ez bang li rayedaran dikim; birayê min serbest berdin. Bila bêyî girtin bê darizandin. Ji bo jiyana wî em bi fikar in." Îlboga xwest raya giştî di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigere.
TUHAYD-DER: NÊZÎKATIYA DIJMINANE
Nûnertiya TUHAYD-DER'ê ya Bazîdê jî têkildarî rewşa tendûrîstî ya Cenap Îlboga de civîna çapemeniyê li dar xistin.
Nûnerê TUHAYD-DER'ê Mehmet Bozkûrt diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî Îlboga bi dijminahî û bîrdoziye û wiha got: "Bi pêşengiya hikûmeta AKP'ê li Giyadînê provokasyon lidar xistin û 3 hevalên me şehîd bûn û hevalekî me jî birîndar bû. Nûnerê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga jî birîndar bû. Hevalê me ji bo pevçûn çênebe xwe kirin mertal. Dewletê ev hevalê me çawa ji nexweşxaneyê derket girtin. Ev nêzîkahiyekî dijminahî û bîrdoziye. Em vê yêkê qebûl nakirin."
BANGA ÇALAKIYAN
Bozkûrt anî ziman ku malbat hefteya bihurî bi Îlboga re hevdîtin kir û Îlboga hewcehiyên xwe pêk nayne, birînên wî nayên dermankirin û dermanên wî jî nebaş in. Bozkûrt da zanîn ku Îlboga ji bo aştiyê ligel hemû berdêlan çû wê qadê û wiha axivî: "Îlboga ji bo şer çênebe û pêşiya provokasyonên AKP'ê bigirin xwe kir mertal. Em dixwazin demildest hevalê me serbest bê berdan. Hevalê me sûcdar nîn e. Divê serbest bê berdan." Bozkûrt bang li hemû rêxistinên demokratîk û raya giştî kir ku ji bo Îlboga serbest bê berdan çalakiyan lidar bixin.