KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Êrîşên li dijî HDP'ê wê li Amedê bi meşekê werin şermezarkirin
Amedî, ji bo şermezarkirina êrîşên bombeyî yên li hemberî HDP'ê wê meşekê lidar bixe. -
'Em ê bîranîna wan bi serxistina têkoşînê re bidin jiyîn'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, di şexsê 'Şehîdên Meha Gulanê' de hemû cangoriyên şoreşê bibîr anî û destnîşan kir ku ew ê bîranîna wan bi serxistina têkoşînê re bidin jiyîn. -
Baroya Amedê: Wê rewabûna hilbijartinê nemîne!
Baroya Amedê daxuyaniyek da û êrîşên li dijî HDP’a Edene û Mersînê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rewabûna hilbijartinê bi êrîşan tê astengkirin. -
KJA: Berpirsyarê êrîşan hikûmeta AKP’ê ye
KJA’yê êrîşên li hemberî HDP’a Mersîn û Edeneyê şermezar kir û berpirsyar hikûmeta AKP’ê nîşan da. -
Heyeta Îmraliyê çû Qendîlê
Heyeta Îmraliyê ji bo bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê bike, duh danê êvarê çû Qendîlê. -
'Şehîdên Meha Gulanê' li Rûsyayê hatin bîranîn
'Şehîdên Meha Gulanê' li bajarê Rûsya Laroslavlê ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hatin bîranîn. -
YPG/YPJ'ê li 23 gundan dor li çeteyên DAIŞ'ê girtin
Hêzên YPG/YPJ'ê di çarçoveya "Pêngava Fermandar Rûbar" de li herêma Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê, li 23 gundan dor li çeteyên DAIŞ'ê girtin. -
Gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG'ê hatin bîranîn
Li bajarê Elmanya Leîpzîgê Hatîce Can bi nasnav Doza Jiyan, li Freîbûrgê Ozer Kunculu bi nasnav Çekdar, li Saarlandê Bahrî Gezîcî bi nasnav Saît, li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê jî Nûşîn Faris Enes bi nasnav Rûbar Beyar hatin bîranîn. -
Kaytan: PKK'ê mîrateya tevgera ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê dewir girt
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner ên li Zîndana Amedê bedena xwe dan ber agir, ji rêberên şoreşger ên Tirkiyeyî Denîz Gezmî, Îbrahîm Kaypakkaya li qadên gerîla hatin bîranîn. -
Li Rihayê hewldana lînckirina 3 Sûriyeyiyan
Li Rihayê nîjadperesên xwestin mîtînga "Em Sûriyeyiyan naxwazin" li dar bixin. Li ev mîtîng ji aliyê walîtiyê ve hat astengkirin. Li ser vê astengiyê nîjadperestên ku li kolanan rastî 3 welatiyên ku ji Sûriyeyê ne hatin xwestin welatiyan lînc bikin. -
KCK: Şehîd garantiya qezençkirina têkoşîna hevpar e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Şehîdên me, hem hêz hem jî garantiya qezençkirina têkoşîna hevpar a li ser bingeha biratiya gelan e." -
Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo di roja 11. de bi serketî didome
Di pevçûnên 24 saetên dawî ku li kantonên Cizîrê û Kobanê di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê diqewimin, 9 gund hatin rizgarkirin, 39 çete hatin kuştin. -
Gundê Leylan hate rizgarkirin
Şervanên YPG/YPJ’ê gundê Leylan ê li rojavayê Til Temir ji destê çeteyan rizgar kirin. -
Celîlê Celîl: Folklor nirxê netewebûyînê nîşan dide
Lêkolîner-nivîskar Celîlê Celîl li Fûara Pirtûkan a Amedê beşdarî hevpeyvîna Kovara Folklora Kurdan a bi mijara "Di netewebûyînê de girîngiya folklorê" bû. -
28 ciwanên li çiyayê Bêzar hatin qetilkirin bibîr anîn
28 ciwanên di sala 1994'an li Çiyayê Bêzar ji aliyê leşkeran van hatin qetilkirin li cihê lê hatin qetilkirin hatin bîranîn. -
'Şehîdên Meha Gulanê' li Çewlik û Antalyayê hatin bîranîn
'Şehîdên Meha Gulanê' li Çewlik û navçeya Antalya Kepezê bi çalakiyan hatin bîranîn. Di bîranînan de dilsoziya bi têkoşîna cangoriyan re hat destnîşankirin. -
Kongreya Yekîtiya Oldarên Îslamê bi dawî bû
Yekemîn Kongreya Yekîtiya Oldarên Îslamê ya Kantona Cizîrê bi gelek biryaran bi encam bû. -
YPG/YPJ'ê rêya ji Til Temirê diçe Ebdilezîz kontrol kir, 14 gund dorpêç kir
Hêzên YPG/YPJ'ê di çarçoveya Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de bi berxwedana li xeta Til Temir-Hesekê re ji duh bi şev û vir ve derbên giran li çeteyan dixin. -
Tevgera keşfê ya artêşa Tirk zêde bû
Tevgera keşfê, bombebaran û kemînên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla bê navber dewam dikin. -
2 gundên din ên kantona Cizîrê hatin rizgarkirin
Di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar de li başûrê Serêkaniyê gundên Erbeyîn û Amiriye ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. -
Karayilan: AKP leşkeran ber bi mirinê ve dehf dide
Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan: "Aşkera ye Erdogan û hevalên wî ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin dixwazim hin leşker bimirin û gerîla şehîd bikevin. Ji bo di ser wan re siyasetê bike, leşkeran ber bi mirinê ve dehf dide." -
'Şehîd nirxên me ne, wê her dem bijîn'
Zaxo Zagros destnîşan kir ku di kesayetiya cangoriyên Kobanê de mirovahiyê li hemberî faşîzma DAIŞ'ê serketina xwe îlan kiriye û got, "Lewma serketina Kobanê serketina xeta şehîdan e, ku fermandariya wê hevalê Hakî Karer dike." -
3 şervan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên şervana YPJ’ê Xunav Xidir (Agirî Kobanê), şervanê YPG’ê Ebd Henan (Baz Kobanê) û Şemsî Erebo (Hogir Kobanê) ên di berxwedana li rojhilatê Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn spartin axê. -
Thomas Schmidinger Şoreşa Rojava vegot
Zanyarê siyasetê û antropologê çandî yê Awûstûryayî Thomas Schimidinger di Fûara Pirtûkan a Amedê de têkildarê mijara bi sernavê “Bi Çavê Rojnamevanekî Biyanî Şoreşa Rojava” hevpeyvînek da -
Leşkeran êrîşî Kobaniyên li konbajarê AFAD’ê kirin
Kobaniyên li konbajarê AFAD ê Rihayê, ji ber leşkaran Kobaniyek derb kirin nerazîbûn nîşan dan rastî êrîşa bi bombeyên gazê hatin.