Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi wesîleya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan, ji gerîla re axivî. Karayilan di axaftina xwe ya bi rêya bêtêlê de rewşa leşkerî û rojane nirxand û got, "Aşkera ye Erdogan û hevalên wî ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin dixwazim hin leşker bimirin û gerîla şehîd bikevin. Ji bo di ser wan re siyasetê bike, leşkeran ber bi mirinê ve dehf dide."
Karayilan bi gotina "Bi wesîleya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan, di kesayetiya Hakî Karer û Çaran (Ferhat Kûrtay, Eşref Aynik, Necmî Oner, Mahmût Zengîn) ên di vê mehê de şehîd ketine hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên van lehengan bigihînin serketinê û di afirandina Kurdistan û civaka azad de bidin jiyîn" dest bi axaftina xwe kir. Karayilan destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji destpêkê heta roja îro her tim di ser bîranîna cangoriyan re têkoşiya ye û got, "Ji ber ku çavkaniya me ya esasî ya hêzê, şehîdên me ne. Partiya me ya di rêya şehîdan de dimeşe, her şehadetek ji xwe re veguherandiye wesîleya pêngavekê. Lewma her şheadetek bûye wesîle ku gelê me xwe bigihîne van rojan."
'PKK PARTIYEKE ŞEHÎDAN E'
Mûrat Karayilan diyar kir ku mêtîngeriya Tirk ev 32 sal in ji bo gerîlayên azadiyê ji çiyayên Kurdistanê derxîne her rê û rêbaz ceribandiye û got, "Hemû rêbazên şerê taybet û psîkolojîk bikar anî. Temamiya hêza NATO'yê ji her alî ve destek da vî şerî û tevlî bû. Li hemberî Rêber Apo komploya navneteweyî hat kirin. Li hundir û derve bi her awayî operasyon pêk anî, lê belê nekarî gerîla qels bike. Ji ber ku gerîla ji her şehadetê bêhtir hêz wergirt. Cewhera dînamîzma gerîla ya her tim aktîf e, ev e. Gerîlayên Kurdistanê ji ber vê yekê hêzeke têk naçe ye. Eger li cihekî derbê bixwe û şehîd bide, ji bo bîranîna wî şehîdî pêngavên mezintir dike. Ev rewş di tevahiya rêveçûna dîroka têkoşîna me de bi vî rengî meşiya ye. Ji ber vê yekê, mîna ku Rêber Apo destnîşan dike, PKK partiyeke şehîdan e."
'BINGEHA ŞOREŞA ROJAVA ROJ BI ROJ QEWÎN DIBE'
Karayilan bal kişand ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û got, "Îro gelê me yê li Rojava di nava berxwedanekê de ye. Têkoşîna li wir roj bi roj mezin dibe. Ji ber ku Şoreşa Rojava jî bi heman îhtiwayê nêzî têkoşînê dibe. Lewma Şoreşa Rojava ti carî qels nabe, têk naçe. Eger rêbazeke cuda bihata meşandin, gengaz e ku qels bibûya û li pêşberî derban paşve gav biavêta. Lê belê Şoreşa Rojava jî bi felsefeya Apoyî nêzî şehîdên xwe dibe û roj bi roj bingeha xwe qewîn dike. Çawa ku şehadeta Xebatan, Çekjînan û Dilovanan YPG ji nava xweliyên xwe afirand; çawa ku li ser bingeha bîranîna Gelhatan û Arînan li Kobanê li hemberî êrîşên faşîst serketin bi dest ket, îro jî li herêma Cizîrê bîranîna fermandarên giranbuha Rûbar Qamişlo û Brûsk Amed ên gihîştin şehadetê, wê rê li ber pêngaveke mezin veke. Ev yek ji pêngava nû ya YPG'ê xistiye rojeva xwe, tê fêmkirin."
'TEVÎ HEBÛ HESABÊN TENG ÊN AKP'Ê JÎ RÊBER APO DIXWAZE PÊVAJOYÊ BIMEŞÎNE'
Karayilan da xuyakirin ku di encama berdêlên cangoriyên têkoşîna azadiyê de, bi deklarasyona dîrokî ya Newroza 2013'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya diyalog û muzakereyê pêngaveke nû ket rojevê û got, "Weke tevger, me hemû berpirsyarî û wezîfeyên projeya Rêbertiyê destnîşan kir bicih anîn û bi awayekî stratejîk nêzî pêvajoyê bûn. Lê belê dewleta Tirk û rayedarên AKP'ê bi heman hişmendî û kûrahiyê nêz nebûn. Xwedî kûrahiyeke ku di pêşeroja Tirkiyeyê û çarenûsa hevpar a gelan de karibin gavên dîrokî, stratejîk û berpirsyarî biavêjin, nînin. Xwedî zîhniyeteke teng in. Mixabin, li şûna ku mezinahiya li pêşeroja Tirkiyeyê bifikirin nîşan bidin, bi awayekî teng nêzîk bûn û li bêrîk û desthilatdariya xwe fikirîn. Xwe teslîmî nêrînên çetekarî û teng ên weke 'Di van hilbijartinan de em dikarin encameke çawa bi dest bixin, em dikarin bi çi rengî bêrîka xwe dagirin, xwe dewlemend bikin' kirin. Qalibê wan ê nêrînê li ser bingeheke bi vî rengî ya teng û keysperest e. Ji ber vê yekê nekarîbûn bersivê bidin Rêbertiyê û pêvajo xetimî."
Karayilan bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina vê rewşa xetimandî û 10 xalên li Dolmabahçeyê hatin aşkerakirin bibîr xist. Karayilan got, "Di destpêkê de qebûl kirin ku li ser bingeha 10 xalan muzakere destpê bike. Her wiha qebûlkirin ku heyeta çavdêriyê were avakirin û li ser van esasan pêvajo bimeşe. Li ser vê bingehê daxuyaniya hevpar a Dolmabahçeyê hat dayîn. Lê dewama wê nehat. Eger bi rastî jî ev pêk bihatina, em jî weke PKK, me dixwest wezîfeya dikeve ser milê xwe bicih bînin. Me plan kiribûn ku kongreyê bicivînin û biryarên pêwîst werbigirin. Lê belê careke din hat dîtin ku AKP'ê careke din bi hesabê hilbijartinê re serdestiya xwe esas girt. Erdogan fêm kir ku ev pêvajo ne li gorî ew fikire xizmetê ji AKP'ê re neke. Ji ber vê yekê dest li pêvajoyê werda. Tevî vê yekê jî Rêbertiyê di Newroza 2015'an de helwesta xwe ya ji bo çareseriyê nîşan da û proje pêşkêş kir. Li ser vê bingehê çareserî dikarî pêk bihata, lê Erdogan gihîşt wê baweriyê ku bi vî rengî AKP wê di hilbijarinan de zehmetiyê bikşîne, dît ku HDP wê bendê derbas bike, lewma dest li rewşê werda û mase hilweşand. Dûre jî got, 'mase nîne, muzakere nîne, pirsgirêka Kurd nîne, alî nîne, hebûna aliyan tê wateya belavkirina Tirkiyeyê, heyeta çavdêriyê şaş e'. Bi vî rengî tiştên berevajî pêvajoyê bilêv kir. Bi kurtasî mudaxle kir û pêvajo sekinand. Niha jî siyaseta rageşî û aloziyê esas digire. Ji ber ku ji bo hejmara parlamenterên dixwaze bi dest bixe, divê HDP di binê bendê de bimîne. Bi vî rengî hesap dike ku sîstema serokatiyê bîne û dîktatoriya xwe garantî bike."
'AKP DIXWAZE LEŞKER BIMIRIN'
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Tê gotin ku di nava mehekê de HDP 60 carî li êrîşan rast hatiye. Di dema dawî de di operasyonên li hemberî alîgirên HDP'ê de 300 kes hatine girtin, ji vê hejmarê zêdetir mirov jî hatine binçavkirin. Her wiha hemû heval baş dizanin ku leşker li her qadê li firsendê digerin. Li gelek deveran eger ji aliyê gerîla ve tedbîr nehatibûa girtin, wê şer derketibûya. Ji xwe li Tendurekê bi awayekî vekirî êrîş kirin. Bendavan jî çêdikin, rêyên leşkerî jî çêdikin, qereqolan jî çêdikin, derdikevin operasyonan jî. Yanî di rewşa heyî de dewletê agirbest ji holê rakiriye. Li Qilabanê bi awayekî vekirî leşkeran li pêş hevalên me digerînin. Dibêjin; dibe ku hin hevalên me tehrîq bibin, gule bireşînin û çend ji leşkeran bimirin. Li Şemzînanê jî heman tiştî dikin. Aşkera ye Erdogan û hevalên wî ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin dixwazim hin leşker bimirin û gerîla şehîd bikevin. Ji ber ku dixwazin bi mirina leşkeran re pêşî li dengên hin kesên dixwazin bidin HDP'ê bigirin. Bê guman di rewşeke bi vî rengî de eger alozî derkeve wê HDP nikaribe li Tirkiyeyê bixebite. Ji ber vê jî dixwazin leşker bimirin. Bi awayekî vekirî leşkeran ji bo di ser re siyasetê bike, ber bi mirinê ve dehf dide. Her wiha dixwazin gerîla şehîd bikeve. Çima? Bi vê re jî dixwaze ji derdorên neteweperest û rastgir re bêje, 'Binêre yekane hêza li dijî PKK'ê şer dike ez im'. Bi vî rengî dixwaze dengên ji MHP'ê re biçe, werbigire. Ev siyaseteke gelekî xetere ye. Ev siyaset dibe ku di rojên pêş de bêhtir xetere bibe. Divê hemû deryayên me (hemû yekîneyên gerîla) haya xwe ji vê mijarê hebin û tedbîrên xwe bigirin.
'EM Ê NEYÊN TEHRÎKAN'
Di heman demê de niha li ser Rêber Apo tecrîdek heye. Ev 41 roj in haya me ji Rêberê me nîne. Me berê jî ragihand; tecrîda li hemberî Rêberê me tê kirin, rêbazeke şer e û ji bo me jî rewşeke sedema şer e. Yanî ji her alî ve tehrîkek li hemberî me heye.
Lê em ên eyê van tehrîkan. Em ê nehêlin lîstikên qirêj ên AKP'ê bi ser bikevin. Divê hemû yekîneyên me bi hestyarî tevbigerin, baldar bin û nehêlin lîstikên qirêj ên Erdogan û AKP'ê bi ser bikevin."