Kaytan: PKK'ê mîrateya tevgera ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê dewir girt
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner ên li Zîndana Amedê bedena xwe dan ber agir, ji rêberên şoreşger ên Tirkiyeyî Denîz Gezmî, Îbrahîm Kaypakkaya li qadên gerîla hatin bîranîn.
JIYAN AMARGÎ / ANF
BEHDÎNAN
duşem, 18 gulanê 2015, 07:00
18'ê Gulanê Roja Şehîdan ji aliyê gerîlayan ve bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn. Di merasîma leşkerî ya bi beşdariya bi dehan gerîla û fermandaran de ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan jî amade bû.
Di merasîma li Herêmên Parastinê yên Medyayê de li gel Alî Haydar Kaytan, ji Fermandariyên Biryargeha Navenda Parastina Gel Îrfan Amed, ji Fermandarên YJA STAR'ê Koçerîn Saman û gelek gerîla amade bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Dûre Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Kaytan ji gerîlayan re axivî û got, "Di nefesa dawî ya li sêdarê de qîrîna navê gelekî ji aliyê tevahiya cîhanê ve tine dihat hesibandin, balkişandina li ser rastiyên vî gelî, di şert û mercên Tirkiyeyê de xwestina yekîtiya azad a gelên Tirk-Kurd, bi dengekî bilind qîrîna baweriya bi rojên bi vî rengî, gelekî bi qîmet, watedar û helwesteke esîl e."
Kaytan di axaftina xwe de şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan û fermandarê YPG'ê Rûbar Qamişlo yê li qada Rojava di şer de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û destnîşan kir ku 18'ê Gulanê hêjaye weke roja şehîdan were bîranîn.
Kaytan got, "Rêberên mezin ên şoreşa Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di 6'ê Gulana 1972'an de li sêdarê bi lehengî li ber xwe dan û canê xwe dan. Li zîndanên Amedê jî Îbrahîm Kaypakkaya berxwdaneke ku ji hemû mirovahiyê re bibe mînak, ji hemû şoreşgeran û hemû hêzên şoreşê yên têdikoş in re bibe mînakek, nîşan da. Dema ew têdikoşiyan, dibe ku kesî behsa Kurdan, behsa pirsgirêka Kurdan nedikirin. Kurd di rewşeke ku navê wan nedihat bilêvkirin de bûn. Sîstema înkar û tinekirinê bi rastî jî Kurd anîbû ber radeya tinebûnê. Ew, hem di dema gihîştina şehadetê hem jî piştî wê bi pirsgirêka Kurd re gelekî eleqedar bûn.
Nirxandinên wan, analîzên wan ên li ser pirsgirêka Kurd û bi taybetî qîrîna ji bo azadiya gelên Kurd û Tirk a li îşkencexane û li ber sêdarê, ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê di asta wasiyetê de bi qîmet bûn. PKK û damezrînerê wê Rêber Apo, weke hêza Rêbertiya pêşeng a xwedî li vê wasiyetê derdikeve, derket ser dika dîrokê. Mîrateya wan dewir girtin. Yên ku herî zêde bandor li tevgera Dev-Gençê, tevgera PKK'ê kir, ev kadroyên Rêber ên vê tevgerê bûn."
Alî Haydar Kaytan di dewama axaftina xwe de tevlîbûna Hakî Karer, ku weke şehîdê destpêkê yê PKK'ê tê qebûlkirin vegot. Kaytan anî ziman ku Hakî Karer ji kevneşopiya Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê hatiye û got, "Eger ev kevneşopî nebûya, dibe ku ev têkoşîn negihaştibûya vê astê."
Kaytan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
"Tevgerên şoreşgerî yên wan jê re pêşengî dikirin yanî Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) û TKP-ML, ji nava tevgera ciwanan derketin. Hakî Karer ê ku bi Rêberê me re têdikoşiya û hevalê herî nêz ê Rêberê me bû, di nava vê tevgerê de bû. Xwediyê vê mîrateyê bûn. Hakî Karer di heman demê de alîgirê tevgereke din THKP-C bû. Niha em dikarin vê yekê bi hêsanî bêjin. Eger ev şoreşgerên mezin û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê nebûna, dibe ku li Kurdistanê di vê astê de tevgereke azadiyê derneketibûya û nepêkan bû ku têkoşînê xwe ewçend nêzî serketinê bikira."
Kaytan da xuyakirin ku di 18'ê Gulana 1978'an de bûyera hedef girtina Hakî Karer ku di encamê de jiyana xwe ji dest da, bûyereke rasthatî nebû, Hakî Karer bi zanebûn hatibû hilbijartin û anî ziman ku Ocalan ji bo Hakî Karer digot 'cêwiyê min ê giyanî ye'.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan da xuyakirin ku haya hêzên înkar û tinekirinê yên sîstemê, paşverûtiya navneteweyî ji vê karakter, nasname û rastiya wî hebû, lewma hedefgirtina wî rasthatî nîne. Kaytan got, "Rêber Apo ew weke 'ruhê veşartî' yê xwe pênase dikir. Ew bi rastî jî cêwiyê giyanî yê Rêberê me bû. Ji roja me bi awayekî fermî biryar dan li Kurdistanê vegerin heta roja şehîd ket, rêhevalê Hakî Karer alîkarî pratîkî û fermî yê Rêbertiyê bû. Weke Alîkarê Rêbertiyê jiyana xwe ji dest da. Xwîna wî rijiya nava vê xakê. Delîlên esîltiya wî gelek bûn."
Kaytan da xuyakirin ku di nava wan şertên dijwar de Karer ji bo gelekî bi zimanê wî nizane, ji bo azadî û rizgariya vî gelî xwîna xwe rijand, canê xwe feda kir û got, "Bîranîna wî gelekî bi qîmet bû. Bîranîna wî em ber bi partîbûyînê ve bir."
'ÇAR ŞOREŞGER DI TÊKOŞÎNA ME DE NEMIR BÛN'
Alî Haydar Kaytan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser çar şoreşgerên li zîndana Amedê li dijî pêkanînên cûntaya faşîst a leşkerî bedena xwe dan ber agir û destnîşan kir ku dirûşma 'Berxwedan Jiyan e' ya Çaran bi şewitandina bedena xwe re afirandin, roja îro jî ronî dike.
Kaytan got, "Çaran, malzemeya ji bo şewitandina bedenên xwe, di encama xebateke bi heman a ji her rojên îşkenceyên giran de, berhev kirin. Her roj parçeyekî biçûk ê tînerê tînin. Ji bo tînerê bînin jî her roj bi saetan îşkenceyê dibînin. Bi dîtina îşkenceyê re anîna wê malzemeyê ne hêsan e. Ji bo çalakiyekê lidar bixin, amadekariyeke mezin dikin. Di nava nepenîtiyê de. Dema her tiştên ji bo serketina çalakiyê temam dikin, amadekariyan diqedînin, dest bi çalakiyê dikin. Şewitandina mêtîngeriyê, şewitandina sîstema înkar û tinekirinê. Fetisandina teslîmiyet û xiyanetê di nava wî agirî de ancax bi amadekariyên ewçend esîl dibû.
Ji aliyê berxwedana PKK'ê ya girtîgehan ve rêhevalên Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner di têkoşîna me de nemir bûn. Bi van nirxan re em êdî dikarin meha Gulanê weke meha şehîdan binirxînin."
'ŞEHÎD VEGOTINA BIHARBÛYÎNA GELAN E'
Kaytan diyar kir ku avabûna PKK'ê biryarbûyîneke 18'ê Gulanê ye û destnîşan kir vê biryarbûnê îro PKK gihandiye ber serketinê. Kaytan bal kişand ser têkoşîna li ser bingeha pêvajoya hilbijartinê tê meşandin û hevparbûyîna piştevaniya şoreşger a di kesayetiya HDP'ê de li Tirkiyeyê derketiye holê û got, "Eger em hebin, bi saya wan em hene."
Kaytan di dewama axaftina xwe de got, "Em îro di avakirina Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad de ne. Em di nava xebateke bi vî rengî ya esîl de ne. Yên ku pêk hatin, vegotina hemû nasname û çandên li vê xakê bi awayekî azad e, ku di kesayetiya gelên Tirk û Kurd de pêk tê. Ev yek hesreta wan bû. Ji ber vê yekê ew bi rastî jî kesayetiyên biharê bûn. Şehîd vegotina biharbûyîna gelan e. Vegotina herdemiya vê biharbûyînê ye. Di roja îro de li Tirkiye, Kurdistan û tevahiya Rojhilata Navîn nasname û bihar tên jiyîn. Kî çi dibêje bila bêje, êrîş çiqasî zêde dibin bila bin, em çiqasî şehîdan didin jî ev rastî ti carî nayê guhertin. Em îro van mirovên leheng careke din bi mînetdarî û rêzdarî bibîr tînin. Ew ê bi awayekî ebedî di têkoşîna me de, di têkoşîna azadiyê ya gelan de, di avakirina neteweya demokratîk de hêza me ya herî mezin bin. Wê her tim rêya me ronî bikin. Di vê oxirê de, di vê rê de, di vê têkoşîna em dimeşînin de fermandarên me yên rastî, rêberên me yên rastîn wê ew bin."