Gundê Leylan hate rizgarkirin

Şervanên YPG/YPJ’ê gundê Leylan ê li rojavayê Til Temir ji destê çeteyan rizgar kirin.

Şervanên YPG/YPJ’ê gundê Leylan ê li rojavayê Til Temir ji destê çeteyan rizgar kirin.

Di çarçoveya "Pêngava Fermandar Rûbar" ku ev 11 roj in şervanên YPG/YPJ’ê de dimeşîne, saet di 14.30’an de gundê Leylan ê rojavayê Til Temir  ji çeteyan hat rizgarkirin. Şervanên YPG/YPJ’ê ji şevê din ve li sê eniyan li dijî çeteyan opersyon dabûn destpêkirin. Di encama opersyonê  de 4 gund hatin rizgarkirin, her wiha rêya di navbera Til Temir û Çiyayê Ebdulezîzê ket bi kontrola hêzên YPG’ê. Bi vê yekê re 14 gundên Asûriyan û Ereban ên li rojava û başûrê Til Temir ketin çembera şervanên YPG’ê.

Opersyonên şervanên YPG’ê bê navber dewam dike.