BI DÎMEN

Gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG'ê hatin bîranîn

Li bajarê Elmanya Leîpzîgê Hatîce Can bi nasnav Doza Jiyan, li Freîbûrgê Ozer Kunculu bi nasnav Çekdar, li Saarlandê Bahrî Gezîcî bi nasnav Saît, li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê jî Nûşîn Faris Enes bi nasnav Rûbar Beyar hatin bîranîn.

Li bajarê Elmanya Leîpzîgê Hatîce Can bi nasnav Doza Jiyan, li Freîbûrgê Ozer Kunculu bi nasnav Çekdar, li Saarlandê Bahrî Gezîcî bi nasnav Saît, li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê jî Nûşîn Faris Enes bi nasnav Rûbar Beyar hatin bîranîn. Li bajarê Fransa Marsîlya û bajarê Swîsre Bîelê jî "Şehîdên Meha Gulanê" hatin bîranîn.

LEÎPZÎG

Li bajarê Elmanya Leîpzîgê, ji bo şervana YPJ'ê Hatîce Can bi nasnav Doza Jiyan a di 30'ê Nîsana 2015'an de li Rojava jiyana xwe ji dest da, serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. Li merasîma ku koma ji rêveberên Komeleya Kurdistanê ya Dresdenê jî hat serdanê, bavê endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin Cûmalî Şaylemez axaftinek kir.

FREÎBÛRG

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê di şexsê gerîlayê PKK'ê Ozer Kunculu bi nasnav Çekdar, "Şehîdên Meha Gulanê" hatin bîranîn. Tevî dost û malbata Ozer Kunculu bi qasî 200 kes beşdarî bîranînê bûn. Li bîranînê mewlûd hat xwendin û deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê daxuyaniyek li vir hat xwendin û hat gotin, "Ji ber şehadetên di meha Gulanê de ev meh ji aliyê têkoşîna azadiyê ve xwedî wateyeke taybet e" û nameya sersaxiyê ya Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya ji malbata Kunculu re şandibû, hat xwendin.

SAARLAND

Li Saarlandê jî ji bo Bahrî Gezîcî bi nasnav Saît bîranînek hat organîzekirin. Tevî malbatê girseyeke qelebalix beşdarî merasîmê bû. Kekê Bahrî Gezîcî Cabbar Gezîcî li vir peyivî û got, "Şehîd Saît xwedî kesayetekî hunermend bû. Ji damezrînerên NÇM'ê bû, di heman demê de serokê wê bû."

Gezîcî da xuyakirin ku birayê wî di her axaftina xwe de bal dikişand li ser girîngiya hunerê ji bo Kurdan û got, "Saît huner bi têr nedît û cihê xwe di nava têkoşînê de girt û gihîşt şehadetê. Saît bi vê sekna xwe re ji derdorê re bû mînak."

SALZBÛRG

Li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê, ji Fermandarên YPG'ê Nûşîn Faris Enes bi nasnav Rûbar Beyar ê li Serêkaniyê-Gundê Alya di pevçûna li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de bi sedan kes amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê nûnerê PYD'ê yê Awûstûryayê Dr. Sabrî axivî. Nûnera Meclîsa Jinê ya PYD'ê ya Awûstûryayê Agirî Kobanê jî got, "Şehîd Rûbar milîtanekî fedaî yê zêdeyî 20 salan ê tevgera azadiyê bû. Bi salan li qada Serokatiyê ma û bi Serok APo û hevalên xwe re gelekî dilsoz bû. Li ku derê wezîfeyeke zehmet hebûya, wî di nav de cih digirt."

Birayê Enes Mîtan Faris Enes jî got, "Kekê min Rûbar 20 sal bû bê navber di nava têkoşînê de cih digirt. Destketiyên me îro li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê bi dest xistine, bi saya bi hezaran şehîdên me yên mîna Rûbar ketine hembêz axê ne. Me xwe gihandin van rojan, bîranîna wan wê her tim rêya me ronî bike."

Zavayê Enes Dr. Bêkes Derwêş jî got, "Şehîd Rûbar yek ji ewladên bi rûmet ê malbata me bû. Ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê, têkoşînek hêjayî gelê Kurd bê navber heta roja îro meşand. Di şexsê wî de dilsoziya me ya bi şehîdên me yên li çar parçeyên Kurdistanê wê dewam bike."

MARSÎLYA

Li salona konferansê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê bi pêşengiya Ciwanên Azad û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan, merasîma bîranîna "Şehîdên Meha Gulanê" hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê endama Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan Sevgî Yavas peyivî û got, "Em di rêya şehîdên ku bi canê xwe vekirine de dimeşin. Em bi saya têkoşîna wan a bi rûmet a ji xeta baweriyê qet derneketine, hatine roja îro."

Destnîşan kir ku xwedîderketina li şoreşgerên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi dengên ji bo HDP'ê bêhtir watedar dibe. 

Hunermendên TEV-ÇAND'ê Cuneyet Kartal û Hakan jî di merasîmê de berhemên xwe pêşkêş kirin. Wêneyên "Şehîdên Meha Gulanê" yên bi heman armancê li Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê hatine nîşanda wê tevahiya mehê ji serdanan re vekirî bin.

BÎEL

"Şehîdên Meha Gulanê" li bajarê Swîsre Bîelê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Di bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bîelê de gelek Kurdistanê amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan li ser navê Malbatên Şehîdan Meryem Ekîncî mafê axaftinê kir û anî ziman ku ew bi saya têkoşerên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatine van rojan. Ekîncî destnîşan kir ku cangorî xwediyê rastî yê têkoşîna azadiyê ne. Li dû axaftinan merasîm bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...