'Şehîdên Meha Gulanê' li Çewlik û Antalyayê hatin bîranîn
'Şehîdên Meha Gulanê' li Çewlik û navçeya Antalya Kepezê bi çalakiyan hatin bîranîn. Di bîranînan de dilsoziya bi têkoşîna cangoriyan re hat destnîşankirin.
'Şehîdên Meha Gulanê' li Çewlik û navçeya Antalya Kepezê bi çalakiyan hatin bîranîn. Di bîranînan de dilsoziya bi têkoşîna cangoriyan re hat destnîşankirin.
'Şehîdên Meha Gulanê' li Çewlik û navçeya Antalya Kepezê bi çalakiyan hatin bîranîn. Di bîranînan de dilsoziya bi têkoşîna cangoriyan re hat destnîşankirin.
ÇEWLIK
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Çewlikê ji bo bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' çalakiyek lidar xistin. Li qada bîranînê wêneyên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, şervanên YPG/YPJ'ê yên jiyana xwe ji dest dane, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin daliqandin. Di bîranînê de malbatên gerîlayên PKK'ê, malbatên şervanên YPG/YPJ'ê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan, malbatên girtiyên siyasî, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Çewlikê Sevgî Oruç, Hişyar Ozsoy, Serhat Gumuş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê û MEYA-DER'ê amade bûn.
'EM Ê XWEDÎ LI BÎRANÎN Û MÎRATEYA WAN DERKEVIN'
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nazîme Yurek peyivî û got, "Em di rêya wan de dimeşîn. Bi saya wan me xwe gihandin van rojan." Yurek xwest di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de deng ji HDP'ê re were dayîn û bi vî rengî xwedî li mîrateya cangoriyan bê derketin.
Namzetê HDP'ê Hişyar Ozsoy jî got, "Ji Sêx Seîd û vir ve kuştinên kiryar ne diyar hene. Kurd li çalan binax kirin. Ne tenê mirov kuştin, di heman demê de hurmet nîşanî cenazeyê wan jî nedan. Lê yên kuştin bi kuştinê re qediyan, ne em."
Li ser navê malbatan jî Talîp Yildirim peyivî û got, "weke malbatên şehîdan em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîn û bîranîna lehengên xwe yên li hemberî dewleta înkar û îmhayê rawestiyane, derkevin."
ANTALYA
Li navçeya Antalya Kepezê jî li taxa Guneşê 'Şehîdên Meha Gulanê, gerîlayê PKK'ê Ziya Zengîn (Hebûn) ê di 16'ê Gulana 1993'an de di pevçûneke li navçeya Amed Pasûrê de jiyana xwe ji dest da, gerîlayê PKK'ê yê ji heman malbatê Abdulmenaf Zengîn (Doktor Kemal) ê di demeke cuda de jiyana xwe ji dest da, gerîla Seyfettîn Ruzgar (Komtan Serhat) û Koçerê Akay (Hêvî Jiyan) bîranînek hat organîzekirin.
'ME HER TIM ŞEHÎD DAN, LÊ TI CARÎ BÊ HÊVÎ NEMAN'
Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Zarîfe Atîk, namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Sarûha Olûç, Nûray Erçaga, Songul Şarkli û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Birayê Zengîn Osman Zengîn li merasîmê peyivî û got, "Tevî ku beriya 23 salan şehîd ketiye jî eger em mîna îro wî bibîr tînin, eger hînê me ew ji bîr nekiribim, ev yek nîşaneya qîmeta em didin şehîd û nirxên xwe ye. Weke malbat me di hemû pêvajoyên aştiyê de şehîd dan. Lê belê ti carî em bê hêvî nebûn. Ji ber ku me ciwanên xwe dîtin, li Kobanê em yek ketin, bi hezaran rabûn. Tevî ewqas berdêlan em hînê bi xurtî aştiyê hembêz dikin û dibêjin bêyî aştiyê nabe. Em Şehîdên Meha Gulanê bibîr tînin. Em hêvîdar in ku wê li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn aştî mayînde bibe."