'Şehîdên Meha Gulanê' li Rûsyayê hatin bîranîn
'Şehîdên Meha Gulanê' li bajarê Rûsya Laroslavlê ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hatin bîranîn.
'Şehîdên Meha Gulanê' li bajarê Rûsya Laroslavlê ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hatin bîranîn.
'Şehîdên Meha Gulanê' li bajarê Rûsya Laroslavlê ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hatin bîranîn.
Li Gundê Kurdan ê li bajarê Yaroslavl ê Federasyona Rûsyayê, mîna her sal îsal jî bi merasîmekê 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bîranîn.
Bi vê armancê, bi sedan Kurdistanî ji navçe û bajarên Moskow, Tambov, Nîjnî-Novgorid û Yaroslavlê hatin ser gora PKK'ê Tayhan (Ahmet Yildirim) û Jêhat (Remzî Akkûş) ên di sala 1999'an de bi armanca şermezarkirina radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Parlamenta Rûsyayê bedena xwe dabûn ber agir.
Di merasîma ku rêveberên gelek saziyên Kurdan û malbatên cangoriyan lê amade bûn de, nasnameya 2 gerîlayên HPG'ê yên ji Civata Dewletên Serbixwe tevlî refên PKK'ê bûn û di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, hat aşkerakirin.
Li dû xwendina peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Cemal Şemoyan peyivî. Şemoyan got, "Li çar parçeyên Kurdistanê di bin ala PKK'ê de şehîdên me hene ku ji bo gelê Kurd têkoşiyane. Mîna ku Rêber Apo dibêje, PKK partiyeke şehîdan e. Girîng e em xwedî li şehîdên xwe, tevgera azadiyê ya Kurd û Rêbertiyê derkevin."
Nûnerê KCK'ê Adil Cotkar jî got, "Li Kurdistanê du xet hene. Yek jiv an azadiya gelê Kurd dixwaze, ya din jî dixwaze gelê Kurd bêrûmet bike. Em bi hezaran şehîdên xwe yên ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bibîr tînin. Heta ku milîtanên PKK'ê, heta ku xeta Rêber Apo li Kurdistanê hebe, ti hêz wê nikaribe Kurdan bike kole û nikaribe li pêşiya azadiya gelê Kurd asteng be. Em hemû hevalên xwe yên îro li Rojava, Şengal û parçeyên din ên Kurdistanê têdikoş in û şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin."
Li dû axaftinan beşdarên merasîmê ji malbatên cangoriyan re sersaxî xwestin û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" dawî li merasîmê anîn.