2 gundên din ên kantona Cizîrê hatin rizgarkirin
Di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar de li başûrê Serêkaniyê gundên Erbeyîn û Amiriye ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, di çarçoveya "Pêngava Fermandar Rûbar" de şervanên YPG/YPJ'ê îro saet di navbera 11.00 û 12.00’an de gundên Erbeyîn û Amiriyê yên herêma Aliya ya Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kirin. Her du gundên hatin rizgarkirin 30 kîlometrî li başûrê herêma Serêkaniyê ne.
Der barê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal bi dest neket.