Êrîşên li dijî HDP'ê wê li Amedê bi meşekê werin şermezarkirin

Amedî, ji bo şermezarkirina êrîşên bombeyî yên li hemberî HDP'ê wê meşekê lidar bixe.

Amedî, ji bo şermezarkirina êrîşên bombeyî yên li hemberî HDP'ê wê meşekê lidar bixe.

Li hemberî êrîşên bombeyî yên li Mersîn û Edeneyê yên li dijî avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), gel wê dakeve kolanan.

Li Amedê, li ser banga rêxistinên HDP û DBP'ê yên Bajêr, wê meşeke protestoyî ya girseyî bê lidarxistin. Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku ji bo pûçkirina êrîşan û kombûna li dora HDP'ê wê îro saet di 18:00 de meşek were lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.

Meşa ku wê ji ber avahiya DBP'ê ya Bajêr destpê bike, wê li ber avahiya KCD'ê bi dawî bibe.