Zaxo Zagros destnîşan kir ku di kesayetiya cangoriyên Kobanê de mirovahiyê li hemberî faşîzma DAIŞ'ê serketina xwe îlan kiriye û got, "Lewma serketina Kobanê serketina xeta şehîdan e, ku fermandariya wê hevalê Hakî Karer dike."
DÎCLE ARYA / ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 17 gulanê 2015, 10:19
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zaxo Zagros, der barê meha Gulanê û ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê PKK'ê Hakî Karer de ji ANF'ê re axivî.
'JI BO YEK ARMANCÊ ŞEHÎD KETINE'
Zagros di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew di kesayeta ji peşengên Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd PKK Hakî Karer de bejna xwe li ber bîranîna cangoriyên meha Gulanê û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ditewîne û got, "Di Meha Gulanê de mirovatiyê zarokên xwe yên herî bi rûmet û şopdarên heqîqetê winda kirine. Di vê heyvê de şoreşgerê navneteweyî yê mezin Ernesto Che Guevara, bûyera Kerbela, darvekirina şoreşgerên Tirk Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan û şehîdê yekê yê partiya me Hakî Karer û bi sedan şervanên azadiyê şehîd ketine. Dibe ku ev şehîdên mirovahiyê yên mezin di dem û çaxên cuda de şehîd ketibin, lê ew ji bo yek armancê şehîd ketine, daxwaza hemûyan damezrandina jiyaneke azad û bi rûmet ji bo mirovahiyê ye. Lewma jî çiqas sal û dem di ser de derbas bibe jî, şehîd di wijdanê mirovahiyê de namirin û ew her dem zindî dimînin. Dijminên mirovahiyê bi rêya kuştin û qirkirinê dixwazin çavên gelan û bindestan bitirsînin û wan teslîm wergirin, lê belê berevajî vê hin bûyer û şehadet hene ku rê li pêşiya şoreşan, îsyan û tevgerên mezin vedikin û planên serdestan ser û binê hev dikin."
'SIRA SERKETINA PKK'Ê DI NIRXÊ KU DIDE ŞEHÎDAN DE VEŞARTÎ YE'
Zagros da xuyakrin damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê bersiva dîrokî ya li ji destdayîna jiyana Hakî Karer bû û destnîşan kir ku ev kevneşopî ji roja destpêkê heta niha dewam dike. Zagros axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Di PKK’de şehadet her dem bûye sedema pêngavên mezin û gavên dîrokî. Her şehadetek di dîroka me de bûye destpêka miladekê û qonaxeke nû. Eger îro PKK bûye tevgereke ku li bin nakeve çavkaniya xwe ji vê rastiya şehîdan digire. Her wiha eger îro PKK bûye hêviya bi mîlyonan mirovan sedema wê girêdana bi nirx, xwestek û armancê şehîdan e. Hevaltiya rast bi şehîdan re hiştiye ku PKK li hember hemû plan û dek û dolaban li ber xwe bide û bi ser bikeve. Eger mirov bêje; sira serketina PKK di nirxêdayina şehîdan de veşartiye wê ne şaş be."
'GELÊ KURD ÊDÎ BÛYE GELÊ ŞEHÎDAN'
Zagros di dewama axaftina xwe de got, "Şehadeta rêheval Hakî Karer, Memet Karasûngûr, Hozan Mezgîn, Şehîdên Komkujiya Hewlêrê, Şîrîn Elemholî û bi sedan hevalên ku di vê heyvê de jiyana xwe ji dest dane bûn pire ji bo gelê me ji mirinê ber bi jiyana azad ve bimeşe. Berxwedana her şehîdekî/ê bû findeke û rêya me ronî dike. Ev ronahî mejî û ruhê me ji tarîtiyê rizgar dike û me derbasî asoyekê nû dike. Eger îro gelê Kurd bûye gelekî bi rûmet û bi serbilindî cihê xwe di nava mirovahiyê de digire, teqez ev bi nirxên ku şehîdan ava kiriye ve girêdayî ye. Gelê Kurd êdî bûye gelê şehîdan. Bi nirxên şehîdan re dijî, lê xwedî derdikeve û her roj xwe pê mezin dike. Mirov kare bêje; dilsozî, rêzgirtin û fedekariya ku gelê me li hember şehîdên xwe nîşan dide, dide diyarkirin ku şehîdên me heta dawiyê bûne ziman,rastî û hêviyê gelê xwe."
'SERKETINA KOBANÊ SERKETINA XETA ŞEHÎDAN E'
Zagros da zanîn ku di kesayeta cangoriyên Kobanê de mirohiyê li hemberî faşîzma DAIŞ'ê serketina xwe îlan kiriye û got: "Şehîdên me çawa ku li Bakurê Kurdistanê faşîzma Tirk li bin xist û gelê me kirin hêzeke demokratîk û xwedî vîn, li hember faşîzma DAIŞ'ê jî li Rojava, li Kerkûk, Şengal û Başûrê Kurdistanê îro jî rûmeta gelê xwe diparêzin û pêşiya qirkirinê digirin. Di kesayetiya şehîdên Kobanê de mirovahî li hemberî faşîzma DAIŞ'ê serketina xwe îlan kir. Lewma serketina Kobanê serketina xeta şehîdan e ku fermandariya wê heval Hakî Karer dike."
'DIVÊ HER KES JI BO ŞEHÎDAN TÊBIKOŞ E'
Zagros agnî ziman ku girîng e ne Tevgera Azadiyê, ne jî gel ti carî ji bir nekin ku ev mirovên herî bi nirx, ji bo gel bi rûmeta xwe ve bijî xwe feda kirin û got, "Lewma jî bi bîranîna wan ve girêdanbûn pir girîng û erka me ya exlaqî ye. Pêwîste ku em di her kêliyê de xwe bi fikir, çek û bi şêwaza jiyana wan xwe ji nû ve biafirînin. Pêwîste em bibin berdevkên rastiya jiyan û xeyalên wan yê ku bi dawî nebûn. Wekî şopdarên wan erkê me ê sereke ev e; ku em artêşa wan mezin bikin, divê em axa ku bi xwîna xwe av dane biparêzin û em di hemû qadên jiyanê de bibin dengê wijdanê wan. Bi keda şehîdan cara yekêye ku em wekî gel û jin efqas dibin xwedan hêz û xwedî vîn. Cara yekêye ku em derfetên serkeftinê bi dest dixin. Em di demeke wiha de ne ku divê li hember rastiya şehîdan herkes dest ji berjewendiyê xwe yê takekesî berde û ji bo doza Şehîdan têbikoşe. Ji ber em çiqas xwe bi nirxên şehîdan re bikin yek em ê ewqas karibin azad bin û serketinê misoger bikin."
Zagros da xuyakirin ku gelê Kurd, jinên Kurd, kesên kedkar, gelek bedel dan û hîn jî didin, hebûnên herî bi nirx jiyana xwe ji dest dan, da ku gel pêşerojekî azad bijî û destnîşan kir ku divê ked û rêya cangoriyan di hemû qadên têkoşînê de were nîşandan.
'XWEDÎDERKETINA LI HDP'Ê XWEDÎDERKETINA LI WÊ MÎRATEYÊ YE'
Zagros her wiha cangoriyên Giyandînê yên dawiyê bibîr anî û ev yek destnîşan kir: "Wan şehîdên me pêşiya provakasiyoneke mezin girtin. Bi canê xwe, xwe kirin mertal û bûn banga aştiyê û çareseriya bi rûmet. Ev şehid jî mîna hemû şehîdên azadiyê ji bo gelê me û hemû gelên Mezopotamyayê û Anatoliyê bi awayekî demokratîk û wekhev bijîn xwe feda kirin. Di bingeh de ji bo HDP’ bendavê derbas neke û bi bibinbikeve bi zanebûn hatin şehîdxistin. Lewma bi bîranîna wan ve girêdayî pêwîste em li HDP’ê xwedî derkevin û di hilbijartinê 7 Hezîranê de divê em bersivê bidin wan hêzên ku di provakasiyonê de cih girtin. Her wiha divê em ti carî ji bîr nekin ku Denîzan, Hakiyan, Kemalan, Mazlûm û Sakîneyan ji bo azadî û biratiya gelan bê du dilî li hember Faşîzmê li berxwedan û meydan ji mirinê re xwendin. Lewma em dibêjin ku; roj roja em daxwazên wan pêk bînin û li xwestekên wan xwedî derkevin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mîrateya wan leheng û şopdarê wan e. Li HDP’ xwedî derketin li wê mîratê xwedî derketine. Lewma di vê em bizanin ku bi mezinkirina HDP’ê, bi serketina di hilbijartinan de em ê bîranîna wan bidin jiyîn û em ê wan ji nû ve vejîn bikin û em bawerin wê bersiva herî bi wate jî, ji bo wan şehîdan ev be.”
'PKK WÊ BI HÊZA ŞEHÎDAN BI SER BIKEVE'
Zagros wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di heyva şehîdan a pîroz de em di huzûra gelê xwe de careke din soz didin ku çawa bi şehadeta heval Hakî Karer partî hate avakirin. Bi şehadeta Mazlûm, Xeyrî û Kemalan vegera welat çêbû û şerê gel hate destpêkirin. Bi şehadeta heval Egîd re gerîlatî hate xurtkirin û gelek ku xwe diparêze hate afirandin. Bi şehadeta hevala sakîne û Arîna jî Tevgera Azadiya jinên Kurdistan gerdûnî bû. Wê bi Şehîdên Kobanê, Şengal, Rojava û Kerkûkê jî Azadiya Gelê Kurd bê misogerkirin. Di dawî de ez karim bêjim; çavkaniya PKK’ê bi xwe bîranîna şehîdan û partiya wê ye, wê bi hêza şehîdan jî bi ser bikeve û bigihêje armanca xwe."