KCK: Şehîd garantiya qezençkirina têkoşîna hevpar e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Şehîdên me, hem hêz hem jî garantiya qezençkirina têkoşîna hevpar a li ser bingeha biratiya gelan e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Şehîdên me, hem hêz hem jî garantiya qezençkirina têkoşîna hevpar a li ser bingeha biratiya gelan e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Meha Gulanê meha şehîdan e. 18'ê Gulanê jî roja Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Ferhat Kûrtay û hevalên xwe lê şehîd ketine ye. Em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û dubare dikin ku bîranîna wan soza têkoşîn û serketinê ye.

Rêber Apo gotiye PKK partiya şehîdan e. Ji ber ku heta li Kurdistanê fedaîtî nebe, heta ku rastiya gelekî ji bo azadiya xwe şer dike neyê afirandin, jiyaneke azad û demokratîk bi dest nakeve. Ji ber vê yekê Tevgera Azadiyê bi têkoşîna şehîdên bi canfedaî li ber xwe dane re, gihaştiye roja îro. Hemû zehmetî û astengî, bi şehadetên mezin re ji holê hatine rakirin. Lewma hemû nirxên me ji aliyê şehîdên me yên mezin ve hatine afirandin."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Di roja îro de gelê Kurd ji bo tevahiya mirovahiyê bûye mîna, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî veguheriye hêviyê. Yên ku gelê Kurd anîne vê astê, şehîdên me ne. Niha jî em her roj lehengên mezin ên ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin û şehîd dikevin, dispêrin axê. Dê û bavên şehîdan û gelê me yên ku dizanin têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi zehmetiyên mezin hatiye qezençkirin, bi tilîliyan şehîdan pêşwazî dikin. Ji ber ku baş dizanin bêyî van şehîdan têkoşîna azadî û demokrasiyê nayê qezençkirin, van şehîdan weke afirînerên jiyaan azad dibînin.

Gel û civaka Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn bi hesret û nirxên van şehîdan tên meyandin. Ji ber ku şehîdên li Kurdistanê tên dayîn, şehîdên jiyana azad û demokratîk in. Bi şehadeta jin û mêrên aşiqê jiyana azad û demokratîk re, li vê xakê eşqa rasteqîn tê afirandin. Rastiya gelê ji bo azadiya xwe şer dike, bi vî rengî tê afirandin.

Êdî ciwanên ji Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojava li her devera Kurdistanê mil bi mil şer dikin. Yên ku mil bi mil şer dikin û şehî dikevin, li çar parçeyan yekîtiya gelê Kurd afirandine. Di serî de yekîtiya neteweyî hemû nirxên me ji aliyê şehîdên me ve hatine afirandin.

'ŞEHÎDÊN ME HEM HÊZ HEM JÎ GARANTIYA QEZENÇKIRINA TÊKOŞÎNA HEVPAR E'

Yên ku bi gelên Tirk, Fars û Ereb re jiyana bi hev re û biratiyê afirandine jî şehîdên me ne. Rêhevalê Hakî Karer li refên herî pêş ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê meşiya ye û bi vî rengî zemîneke xurt a têkoşîna hevpar a gelên me afirandiye. Yên ku îro gelên me di bin sîwana HDP'ê de civandine Hakî Karer, Kemal Pîr, Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan, Huseyîn Cevahîr, Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan; Orhan Yilmazkaya û Paramaz Kizibaş in. Ev şehîdên me hem hêz hem jî garantiya qezençkirina têkoşîna hevpar a li ser bingeha biratiya gelan e.

Projeya HDP'ê li ser vê bingehî silsoziya bi bîranîna şehîdên me û pratîkkirina bîranîna wan e. Divê mirov HDP'ê weke partiya Şehîdên Meha Gulanê pênase bikin. Bicihanîna berpirsyariya li pêşberî Şehîdên Gulanê jî bi xwedîderketin, pêşvebirin û bi ser xistina projeya HDP'ê re dibe.

'DI PÊŞENGIYA ŞEHÎDAN DE TI ZEHMETÎ NÎNE JI HOLÊ NEYÊ RAKIRIN'

Îro ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê, li Rojhilata Navîn têkoşîneke mezin tê meşandin. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn têkoşîn zehmet e. Lê belê li pêşiya me şehîdên me hene ku her şêwe zehmetiyê ji holê radikin. PKK'ê ji xwe li cihê zehmetiyan lê destpê kirin, nasnameya xwe destnîşan kiriye. Hemû zehmetî ji aliyê şehîdên me ve ji holê hatine rakirin. Ji ber vê yekê ji rakirina hemû zehmetiyan de şehîdên me rê nîşanî me didin û ew pîvana me ne. Dema pêşengiya şehîdan weke pîvan were nirxandin, hingî wê ti zehmetî nemîne ji holê neyên rakirin. Ji ber vê yekê divê tevahiya gelê me zanibe ku Tevgera me ya azadiyê wê bi pêşengiya şehîdan, Kurdistanê azad bike û tevahiya Rojhilata Navîn demokratîk bike.

Di meha Şehîdan de, di 18'ê Gulanê rjoa şehîdên mezin de, em soza xwe dubare dikin ku em ê di şopa şehîdên xwe de bimeşin, têkoşîna azadiyê bi pêş ve bibin û hesreta şehîdan bicih bînin."