YPG/YPJ'ê rêya ji Til Temirê diçe Ebdilezîz kontrol kir, 14 gund dorpêç kir
Hêzên YPG/YPJ'ê di çarçoveya Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de bi berxwedana li xeta Til Temir-Hesekê re ji duh bi şev û vir ve derbên giran li çeteyan dixin.
Hêzên YPG/YPJ'ê di çarçoveya Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de bi berxwedana li xeta Til Temir-Hesekê re ji duh bi şev û vir ve derbên giran li çeteyan dixin.
YPG/YPJ'ê di operasyonên ji duh bi şev û vir ve de, gundên Huda û Til Fiwêdat ên di navbera Til Temir û Çiyayê Ebdilezîzê de, ji çeteyan paqij kirin. Bi azadkirina gundên Huda û Til Fiwêdatê re YPG/YPJ'ê rêya ber bi Ebdilezîzê ku navendeke çeteyan e, xist bin kontrola xwe. Di heman demê de bi kontrolkirina rêya çiyayê Ebdilezîzê re hêzên YPG/YPJ'ê dor li 14 gundên Ereb û Suryaniyan girtin.
Baskekî din ê operasyonê yê YPG'ê jî rêya ji Til Maşîran û Xêbişê tê xist bin kontrola xwe. Baskê din jî gundên Rîhaniya Xerbî, Berzan û Bûbiyê yên 9 km nêzî bajarê Til Temirê ne ji çeteyan paqij kir.
Li xeta Til Temir-Hesekê ku YPG/YPJ ji duh bi şev û vir ve di çarçoveya p^negava Şehîd Rûbar de operasyonê dimeşînin, gundên Xeybiş, Erbein, Leylan, Emriye Tilnasri, Til şamiran, Til Hefyan, Oca, Til Tala, Beceriyê, Selmasê, Dişişê,Tuela û Kahira yên çeteyan dagir kirine, dorpêç kirine.