Leşkeran êrîşî Kobaniyên li konbajarê AFAD’ê kirin

Kobaniyên li konbajarê AFAD ê Rihayê, ji ber leşkaran Kobaniyek derb kirin nerazîbûn nîşan dan rastî êrîşa bi bombeyên gazê hatin.

Kobaniyên li konbajarê AFAD ê Rihayê, ji ber leşkaran Kobaniyek derb kirin nerazîbûn nîşan dan rastî êrîşa bi bombeyên gazê hatin.

Li konbajarekî AFAD’ê ku beşek ji Kobaniyan lê bicih bûne danê êvarî bûyer derketin. Hat diyarkirin ku bûyer ji ber leşkeran li hember Kobaniyekî şîdet bikar anîne derketiye.

Li gor agahiyên ji Kobaniyên li Konbajar dimînin hatin wergirtin, leşkeran Kobaniyek kirin odeyeke li ber deriyê ketina konbajar û li vir ê Kobanî derb kirine.

Kobaniyê rastî êrîşa leşkeran hat,rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ji ber bûyera ku rû da 30 hezar Kobaniyên li konbajar nerazîbûn nîşan dan.

Kobaniyên ji bo şîdeta leşkeran şermezar bikin li ber deriyê ketina konbajar kom bûn dirûşmên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ" gotin.

Li ser vê leşkeran bi bombeyên gazê êrîşî Kobaniyan kirin. Hat ragihandin ku Kobaniyên li konbajar hê jî şîdeta leşkeran şermezar dikin. Li ber deriyê konbajar wesayîtên leşkerî hatine bicihkirin.