Thomas Schmidinger Şoreşa Rojava vegot
Zanyarê siyasetê û antropologê çandî yê Awûstûryayî Thomas Schimidinger di Fûara Pirtûkan a Amedê de têkildarê mijara bi sernavê “Bi Çavê Rojnamevanekî Biyanî Şoreşa Rojava” hevpeyvînek da
Zanyarê siyasetê û antropologê çandî yê Awûstûryayî Thomas Schimidinger di Fûara Pirtûkan a Amedê de têkildarê mijara bi sernavê “Bi Çavê Rojnamevanekî Biyanî Şoreşa Rojava” hevpeyvînek da
Zanyarê siyasetê û antropologê çandî yê Awûstûryayî Thomas Schimidinger di Fûara Pirtûkan a Amedê de têkildarê mijara bi sernavê “Bi Çavê Rojnamevanekî Biyanî Şoreşa Rojava” hevpeyvînek da. Schimidinger diyar kir ku şerê man û nemanê yê li Rojava hêj dest pê nekiriye.
Schimidinger di panela bo moderatoriya nivîskar Haluk Gerger pêk hat de, têkildarî pirtûka xwe ya sernava “Li Kurdistana Sûriyeyê Şer û Şoreş: Deng û Analîzên Ji Rojava” axivî. Schimidinger diyar kir ku wî di pirtûka xwe de bal kişandiye ku li Rojava Kurd rêkûpêkiyeke civakî û siyasî ava dikin. Schimidingerê ku ji sala 2006 ve diçe Rojava û tê û bal kişand ser rewşa serdema rejîma Baasê.
Schimidinger bal kişand ku hevpeyvînên Salih Muslim, Asya Ebdullah û gelek aktorên din ên siyasî, jin, ciwan û hunermendên Rojavayê Kurdistanê di re hatine kirin di pirtûka wî de cih digirin û da zanîn ku wî her wiha di pirtûka xwe de cih daye jiyanên mirovên ji rêzê.

