Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo di roja 11. de bi serketî didome

Di pevçûnên 24 saetên dawî ku li kantonên Cizîrê û Kobanê di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê diqewimin, 9 gund hatin rizgarkirin, 39 çete hatin kuştin.

Di pevçûnên 24 saetên dawî ku li kantonên Cizîrê û Kobanê di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê diqewimin, 9 gund hatin rizgarkirin,  39 çete hatine kuştin. Her wiha 4 şervanên YPG’ê bi qehremanî şer kirine û jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên li kantona Cizîrê û Kobanê ku li dijî çeteyan têne lidarxistin li ser malpera xwe daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Navena Çapemeniya YPG’ê wiha ye: “Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin roja xwe ya 11. de bi serketî berdewam dike.

Şevê din hêzên me li başûrrojhilat û başûrrojavayê Til Temir operasyoneke hemwext li dar xistin. Hêzên me operasyona bi armanca rizgarkirine gundên di bin dagirkeriye çeteyan de hatibû lidarxistin de derbên giran li çeteyan xistin.

Di vê operasyonê de gundên Lîlan, Emriya, Rêhaniyê Rojava û mezra Ebû Heyya Remo ya ku dikeve 12 km rojavayê Til Temir û gundên Til Fîtêtat û Hûda ku dikeve 6 km başûrê Til Temir ji çeteyan hatin paqijkirin. Pevçûnên li gundê Hûda qasî hat zelalkirin 6  çete hatin kuştin. Lê cihên din ên operasyonê de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Di vê operasyonê de 2 rêhevalê me yên ku bi lehengî şer dikirin gihiştin şehadete.

Di pevçûnên gundê Til Hemam a ku li heman herême ye jî tangek û 3 maşîneyên leşkerî ya çeteyan tevî çeteyên di nav de hatin rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê pevçûne de nehatiye zelalkirin.

Duh, direjahiya roj û şevê de li gundê Til Hirmiz a ku dikeve 16 km bakurrojavaye Hesekê pevçûnên zehf dijwar rû dan. Di van pevçûnan de qasî hat zelalkirin 20  çete hatin kuştin. Di van pevçûnên li gundê Til Hirmiz rû dan 2 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete.

BERXWEDANA KOBANÊ

Berxwedana bi armanca rexistina terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqij bikin tên meşandin, roja xwe ya 244. de berdewam dike.

Hêzên me şevê din li rojhilate Kobanê operasyoneke bi navê Şehîd Baz, Şehîd Hogir û Şehîd Botan li dar xistin. Di encama vê operasyone de gundên Şeşê, Girikê Hemêr, Korik û Bîrnasir a bakur ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Pevçûnên di vê operasyone de qasî hatiye zelalkirin 13 çete hatin kuştin. Hêzên me li vir tevî 4 termên çeteyan dest danîn li ser 5 BKC û 3.450 fîşekên BKC, 8 kleş, 48 şerjor û 300 fîşekên kleş, 4 roketavêja B7 û 4 gulleyên roketavêja B7, 4 qutî fîşekên doçka 14,5mm, 14 bombeya desta, 16 rext, 1 rextê bombebarkirî, 17 mayinên bi dest hatiye çekirin, 2 dûrbîna termal, 2 maşîneya leşkerî û motorsîkletek a çeteyan.ˮ