Li Rihayê nîjadperesên li ser tora civakî xwe bi rêxistin kirin xwestin mîtînga "Em Sûriyeyiyan naxwazin" li dar bixin. Li ev mîtîng ji aliyê walîtiyê ve hat astengkirin. Li ser vê astengiyê nîjadperestên ku li kolanan rastî 3 welatiyên ku ji Sûriyeyê ne hatin xwestin welatiyan lînc bikin. Welatiyekî ji Sûriyeyê di êrîşê de bi kêrê birîndar bû. 15 kesên ku têkiliya wan bi êrîşê hebûn hatin binçavkirin.
Li Rihayê nîjadperesên ku li ser tora civakî xwe bi rêxistin kirin xwestin li Qada Topçû mîtînga "Em Sûriyeyiyan naxwazin" li dar bixin. Lê Walîtiya Rihayê dabû xuyakirin ku dê destûrê nedin vê mîtîngê. Nîjadperestên ku xwestin mîtîngê li dar bixin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Piştî astengkirina nîjadperestan komeke ku ji 30 kesan pêk dihat êrîşî 3 welatiyên ji Sûriyeyê ne kirin. Di encama êrîşa nîjadperest de welatiyek bi kêrê hat birîndarkirin û 2 welatî jî bi giranî hatin birîndarkirin.
Esnafên ku ev koma êrîşkar asteng kirin agahî dan polîsan. Polîsên ku hatin cihê bûyerê mudaxaleyî nîjadperestan kir 15 kes ji wan binçav kir. Welatiyê ji Sûriyeyê yên ku birîndar bibûn jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan