'Em ê bîranîna wan bi serxistina têkoşînê re bidin jiyîn'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, di şexsê 'Şehîdên Meha Gulanê' de hemû cangoriyên şoreşê bibîr anî û destnîşan kir ku ew ê bîranîna wan bi serxistina têkoşînê re bidin jiyîn.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, di şexsê 'Şehîdên Meha Gulanê' de hemû cangoriyên şoreşê bibîr anî û destnîşan kir ku ew ê bîranîna wan bi serxistina têkoşînê re bidin jiyîn.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, di şexsê 'Şehîdên Meha Gulanê' de hemû cangoriyên şoreşê bibîr anî û destnîşan kir ku ew ê bîranîna wan bi serxistina têkoşînê re bidin jiyîn.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi wesîleya 18'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê got, "Meha Gulanê ku di dîroka têkoşîna me ya destanî de weke 'Meha Şehîdan' cih girt, hem ji aliyê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hem jî ji aliyê têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê, meheke ku kesayetên pêşeng gihaştine şehadetê ye. Di şexsê Hakî Karker, Halîl Çavgûn û Çaran (Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner) de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê careke din bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi serxistina têkoşînê re bidin jiyîn."
Di daxuyaniya fermandariyê de ev xal hatin destnîşankirin:
"Fêmkirina rastiya PKK'ê ku partiyeke şehîdan e, bi fêmkirina rastiya şehîdan pêkan e. Partiya me ya di rêya şehîdan de dimeşe, her şehadet ji bo xwe veguherandiye pêngavekê, lewma her şehadet bûye wesîle ji bo gelê me xwe bigihîne van rojan. Lewma zincîra şehadetê ya ji Hakî Karer destpê kir, li Kurdistanê bûye zemîneke xurt a gihandina takekes û civakê li cewhera xwe.
Bê guman ya ku dozekê dike doza rasteqîn û wê dibe serketinê, şehîdên wê ne ku di oxira wê de canê xwe bi fedaî dane. Eger gelek ne xwedî ewladên di oxira wê de canê xwe bidin be, nikare bigihêje azadiyê. Ev rastî berê jî bi vî rengî bû, niha jî bi heman rengî ye. Eger gelê Kurdistanê di roja îro de bi gavên ji xwe bawer ber bi azadiyê ve dimeşe, ev yek bi saya şehîdên me ye ku ji bo gelê xwe canê xwe dane. Wan nîşan dan ku doza azadiyê bi qasî ku di oxira wê de bimire pêwîst û bi qîmet e. Wan biryardarî dane gelê me û rêhevalên xwe ku di doza zanebûn, cesaret û azadiyê de bi israr bin.
'EM BI BIRYAR IN DI XETA ŞEHÎDAN DE ROLA PÊWÎST BILÎZIN'
Bersiva me ya li bîranînên şehîdên me yên bilind ên di afirandina vê doza esîl û qezençkirina ruhê berxwedanê de roleke dîrokî lîstin, bi meşa biryardar a di xeta serketinê de dibe. Mîna her demê ji niha û pê ve jî di bin fermana şehîdên me de di bicihanîna berpirsyarî û wezîfeyên xwe de, di plansaziya hemû wezîfeyên demê de û di têkoşîna bi bandor a li gorî dilsoziya bîranînên wan de, em ê bi israr bin.
Weke milîtanên partiya şehîdan PKK'ê, bersiva herî baş a li bîranînê van nirxên me yên bilind, hewldanên berfireh ên ji bo serxistina wezîfeyên me û di çarçoveya keda şehîdên me û bendewariyên gelê me de, bidestxistina asteke bilind a serketinê ye.
Têkoşîna me ya li ser bingeha lehengî û fedekariya mezin a şehîdên me û keda Rêbertiya me mezin bû, di vê qonaxa dîrokê de ketiye pêvajoyeke gelekî girîng. Di vê pêvajoya dîrokî de ji her demê bêhtir kûrbûna di xeta şehîdan de û weke nûnerê wan jîndarkirina bîranînên wan, deynê me ye. Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê bi biryar e ku di vê qonaxê de ji her demê bêhtir di xeta şehîdan de rola pêwîst bilîzin.
Li ser vê bingehê em careke din di şexsê şehîdên meha Gulanê de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan di serxistina têkoşîna xwe de bidin jiyîn."