Celîlê Celîl: Folklor nirxê netewebûyînê nîşan dide

Lêkolîner-nivîskar Celîlê Celîl li Fûara Pirtûkan a Amedê beşdarî hevpeyvîna Kovara Folklora Kurdan a bi mijara "Di netewebûyînê de girîngiya folklorê" bû.

Lêkolîner-nivîskar Celîlê Celîl li Fûara Pirtûkan a Amedê beşdarî hevpeyvîna Kovara Folklora Kurdan a bi mijara "Di netewebûyînê de girîngiya folklorê" bû. Celîl bal kişand ser girîngiya xwedîdeketina ciwanên Kurd li mîrateya çandî.

Di hevpeyvîna bi moderatoriya Jêhat Rojhilat de, Celîlê Celîl anî ziman ku ew li hemû parçeyên Kurdistanê geriya ye, hingî dewlemendiya folklora Kurd bi zelalî dîtiye, bi taybetî jî Kurdên li Rojava ew gelekî baş pêşwazî kirine. Celîlê Celî diyar kir ku divê ciwanên Kurd xwedî li vê mîrateya çandî derkevin û ji ciwana xwest ku di xebatên berhevkirinê ya li qadê de roleke aktîf bilîzin. Celîl anî ziman ku folklor nirxê netewebûyînê radixe pêş çavan û destnîşan kir ku divê Kurd zimanê xwe yê ku barhilgirê folklorê ye, biplarêzin û pê biaxivin. Celîl bi vê wesîleyê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Celîl diyar kir ku wî şopa folklora Kurdî herî zêde li Spanyayê dîtiye û ragihand ku ev bandor ji bo Tirk, Ereb û Farsan jî derbas dibe. Celîl got, "Mînak; diya helbestvanê navdar ê Fars Fîrdevsî Kurd e, bavê wî Fars e. Ew bi xwe dibêje; her tişt ji diya xwe û xalê xwe hîn bûye."