KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nasnameya 3 gerîlayan hat aşkerakirin
HPG’ê agahiyên nasnameya 3 gerîlayên li Çewlik û Herêmên Parastinê yên Medya jiyana xwe ji dest dane ji raya giştî re aşkera kir. -
YPG: 15 gund ji çeteyan hatin paqijkirin
YPG'ê destnîşan kir ku di çarçoveya "Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo" de di nava 24 saetan de 15 gund ji çeteyan hatine paqijkirin. -
Zext û operasyonên artêşa Tirk zêde bûn
Zextên artêşa Tirk ên li Bakurê Kurdistanê zêde bûn. Pastarên Îranê li gundê Emokazî kesek qetil kirin. -
Leşkeran êrîşî konvoya cenaze kirin
Karwanê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fehmî Yilmaz (Egît Kop) ê ku li Çewlikê jiyana xwe ji dest da ji bo definkirinê ber bi Şehîdgeha Gimgimê ve derxistin rê, lê ji aliyê leşkeran ve bi wesayîtên zirxî hat astengkirin. -
HPG: Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk roj bi roj zêde dibe
HPG'ê diyar kir ku tevger û operasyonên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla gelekî zêde bûne. HPG'ê destnîşan kir ku eger ev tevger û operasyonên leşkerî heta roja îro negihaştibin asteke xetere, ev yek ji ber hesasiyeta mezin a hêzên gerîla ye. -
‘Kujerê kurê min Erdogan e’
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Mustafa Kizilkaya (Şoreş Ararat) ê ku li Serêkaniyê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Bazîdê bi beşdariya hezaran kesî ve hate definkirin. -
Şervanê YPG'ê Erol bi girseyî hate definkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Eyup Erol (Bahoz Demhat) ê ku li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. -
Nasnameya 5 şervanan hat aşkerakirin
YPG'ê nasnameya 5 şervanên xwe yên jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Gerîlayê HPG'ê Hasan Avci li ber dirûşman hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hasan Avci (Harûn Kanîreş) bi merasîmeke bi beşdariya hezaran kesî hat veşartin. Di merasîmê de bê navber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd Namirin" hatin qîrîn. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Aykûl ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Baran Aykûl )Şêrko Amed) bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Kalkan (Rustem Berxwedan) jî ber bi Êlihê ve hat oxirkirin. -
Şervanê YPG'ê Mûsa Elî jiyana xwe ji dest da
Şervanê YPG'ê Mûsa Elî yê roja borî li Kobanê birîndar bibû û anî bûn Rihayê jiyana xwe ji dest da. -
Nobeda ji Ocalan re Azadî ji aliyê koma Parîsê ve tê meşandin
Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) hat destpêkirin, bê navber dewam dike. Di hefteya 152. de komeke nû ya ji 4 kesan a ji Parîsê çalakî dewir girt. -
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê anîn Çewlikê
Cenazeyên 2 gerîlayên HPG’ê yên li bejahiya gundê Înak ê Azarpêrt dema di amadekariyên zivistanê de jiyana xwe ji dest dan anîn Çewlikê. -
Cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê anîn Amedê
Cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê yên li Rojava di şerên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest anîn Amedê. -
Li Colemêrgê qeza
Li ser rêya navbera Colemêrg û Çelê wesayîtek qulibî û ajokarê maşîneyê birîndar bû. -
‘Erdogan û AKP bila destpêkê hesabê komkujiyan bidin’
Malbatên Roboskî, ji bo 34 kesên 28’ê Kanûna 2011’an ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin lêgerîna edaletê îro jî dewam kirin. -
Li Hezo û Qabilcewz tevgera kontra!
Hat ragihandin ku li gelek gund û mezrayên di navbera navçeyên Hezo û Qabilcewz ên Êlihê de komên kontra xebatên kemîndanînê dikin. -
Cenazeyên 7 şervanên YPG /YPJ’ê ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên 7 şervanên YPG û YPJ’ê yên li Rojava di şerên li hember Çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan, ji Dêriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê Qosera Mêrdînê hatin wergirtin. Cenazeyên ji aliyê deh hezaran ve hatin pêşwazîkirin ji bo otopsiyê şandin Amedê. -
Platforma Kedê ya Dêrsim li hember êrîşên li dijî HDP'ê daxuyanî da
Platforma Kedê ya Dêrsimê, têkildarî êrîşên li hember HDP’ê û bi armanca piştgiriya ji têkoşîna karkerên kedê re daxuyaniyeke çapemeniyê da. -
Cenazeyên 2 gerîlayên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
Cenazeyê 2 gerîlayên HPG’ê yên li Çewlikê dema di amadekariyên zivistanê de jiyana xwe ji dest dan, li bejahiya Azarpêrt radestî malbatan hatin kirin. Cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Gêxî. -
Bi hezaran herikîn taziyeya Fermandar Cîger û têkoşer Rûken
Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo û gundên derdora wê çûn serdana konên sersaxiyê yên fermandarê YPG’ê Idrîs Hesen û şervana YPJ’ê Saliha Murad û sersaxî ji malbatan re xwestin. -
Nasnameya 3 şervanan hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên li Çiyayên Kizwanan û Kobanê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
PKK'yî û YPG'yî hatin bîranîn
Gerîlayên PKK'ê û şervanên YPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li Şirnex, Mêrdîn û Amedê hatin bîranîn. -
Bi hezaran hatin sersaxiya ji bo gerîlayê PKK'ê Keser
Ji bo gerîlayê PKK'ê Mehmet Keser (Suphan) ê ku di sala1992'an de li navçeya Giyadînê ya Agiriyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û nasnameya wî nû hate aşkerakirin li Taxa Çelebîbagi konê sersaxiyê hat vedan. -
YPG: Li Kobanê 25 çete hatin kuştin
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li Kantonên Cizîr û Kobanê de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê tên xistin. Di çalakiyên duh ên li derdora Kobanê de yek jê serçeteyê bi navê Ebû Cabil Ensarî 25 çete hatin.