Cenazeyên 7 şervanên YPG /YPJ’ê ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin

Cenazeyên 7 şervanên YPG û YPJ’ê yên li Rojava di şerên li hember Çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan, ji Dêriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê Qosera Mêrdînê hatin wergirtin. Cenazeyên ji aliyê deh hezaran ve hatin pêşwazîkirin ji bo otopsiyê şandin Amedê.

Cenazeyên 7 şervanên YPG û YPJ’ê yên li Rojava di şerên li hember Çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan, ji Dêriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê Qosera Mêrdînê hatin wergirtin. Cenazeyên ji aliyê deh hezaran ve hatin pêşwazîkirin ji bo otopsiyê şandin Amedê.

Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê Baran Ayku (Şêrko Amed), Eyup Erol (Bahoz Demhat), Mustafa Kizilkaya (Şoreş Ararat), Mehmet Kalkan (Rustem Berxwedan), Ferdî Oztunç (Amed Çiyager), Ozan Bozan (Rojhat Zîlan) û Kesra Kayran (Zîlan Întîkam) ên li Rojava di şerên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan, li Deriyê Sînor Dirbêsiyê-Qoserê piştî karûbarên fermî radestî malbatan hatin kirin.

Di dema wergirtina cenazeyan de namzetên HDP’ê yên Mêrdînê, rêxistinên bajêr û navçeyan ên Mêrdînê, MEYADER, dayikên aştiyê, Hevserokê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, Serokên Daîreya Bajarê Mezin, Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê, hevşaredarên herêma Mêrdînê yên DBP’yî û bi hezaran kes amade bûn.

Dema pêşwazîkirina cenazeyan ligel alên YPG, PKK, YPJ posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Piştî pêşwazîkirina cenazeyan welatî bi sedan wesayîtan ber bi Qoserê çûn. Li Qoserê cenaze ji aliyê deh hezaran ve hatin pêşwazîkirin.

Cenazeyên bi dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG, YPJ” “Ey Şehîd xwîna te êrdê namîne” ji aliyê deh hezaran ve hatin pêşwazîkirin wesayîtên cenazeyan piştî nêzî saetekê ji navenda Qoserê derketin.

Cenaze li Taxa Îstasyonê ya Mêrdînê jî ji aliyê hezaran ve bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”, Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê Baran Ayku (Şêrko Amed), Eyup Erol (Bahoz Demhat), Mustafa Kizilkaya (Şoreş Ararat), Mehmet Kalkan (Rustem Berxwedan), Ferdî Oztunç (Amed Çiyager), Ozan Bozan (Rojhat Zîlan) û Kesra Kayran (Zîlan Întîkam) ji bo otopsiyê ber bi Amedê ve hatin rêkirin.