KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Saûerlandê Meclîsa Gel û Komuna Jinê ya Arjîn hat ragihandin
Li bajarê Elmanya Saûerlandê, Meclîsa Gel û Komuna Jinê ya Arjîn hat ragihandin. -
Bi rêya hewayî polîs sewqî Şirnexê kirin
Ber bi nêzîkbûna hilbijartinan re, bi rêya hewayî bi sedan polîsên hêza çevîk û yên tevgera taybet sewqî Şirnexê hatin kirin. -
Li Cizîrê 5 zarok hatin binçavkirin
Li Cizîrê bi îdîaya kevir avêtine polîsan 5 zarok hatin binçavkirin. -
Şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Bi hezaran kesî cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên duh di berxwedana rizgarkirina gundên rojavayê kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê. -
Vekirina Parka Jinan a Şengal a Îpekyolu veguherî mîtîngê
Parka jinan a ji aliyê Şaredariya Îpekyolu ve hat vekirin, bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi merasîmeke girseyî hat vekirin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Tekîn bi girseyî hat defnkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Nejmettîn Tekîn ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndarbû û li Rihayê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da li Amedê hate definkirin. -
Nasnameya şervanekî YPG’ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya cangoriyekî azadiyê ku di berxwedana Kobanê de birîndar bibû û di 22’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir. -
Fermandariya YPG’ê: Hin derdor dixwazin tevlîheviyan derxînin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku di bûyera kuştina fermandarê Zêrevanên Xabur Dawud Cindo de hin derdor dixwazin YPG tawanbar bikin. -
Endamê Koma Aştiyê Baycan hat bîranîn
Endamê Koma Aştiyê Îsmet Baycan ê 1'ê Cotmeha 1999'an li ser banga Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate Tirkiyeyê û di sala 2003'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê jiyana xwe ji dest da li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li ser gora xwe hat bîranîn. -
Ji bo pirtûkxaneya Sûrê diyariyeke hêja
Nivîskar Şeyhmûs Dîken û karsaz Davût Okutçu, ji bo pirtûkxaneya Davût Okutçu ya girêdayî Şaredariya Sûrê 335 pirtûkên bi derfetên xwe berhev kirin, kirin diyarî. -
Xeteriya li ser jiyana Çagli dewam dike
Şerafettîn Çagli (36) ê di merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fehmî Yilmaz (Egîd Kop) de ji ber kampsula bombeya gazê ya leşkeran li serî ket bi giranî birîndar bû, xeteriya li ser jiyana wî dewam dike. -
Ji artêşa Tirk operasyon û kemîn
Artêşa Tirk bi nêzîkbûna hilbijartinan re lez da operasyon û kemînan. -
YPG: Li Kobanê 4 gund hatin rizgarkirin
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de, li Kantona Kobanê jî 4 gund ji çeteyan hatin paqijkirin. Çeteyên nikarin li ber YPG/YPJ'ê bisekinin, miroven sivîl ji xwe re dikin mertalên zindî. -
Kerîmî: Bûyera Kelaşînê plana Tirkiye, Îran û PDK'ê ye
Endamê berê yê Rêxistina Komala siyasetmedar Elî Kerîmî, ji bo nebe sedema pevçûneke gengaz di navbera Kurdan de bang li PDK'ê kir ku pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike. -
Mîhrîcana Ciwanan a Lorîent diyariyê berxwedana Kobanê û Şengalê hat kirin
Li bajarê Lorîent a rojavayê Fransayê, ciwanên Fransayê her sal Mîhrîcana Ciwanan pêk dianî û ya îsal diyariyê berxwedana Kobanê û Şengalê hat kirin. -
Li Evry û Marsilyayê 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bîranîn
Li herêma Evry a Fransayê û bajarê Marsîlyayê 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bibîranîn. -
PYD'ê li Kolnê civîna gel lidar xist
Nûnerê PDY'ê di civîna gel a li Kolnê de got, "Me nîşanî cîhanê dan, ku bêyî Kurdan nikare projeyeke Sûriyeyê bixin meriyetê" û ji bo xebatên ji nû ve avakirina Kobanê destek xwest. -
Dehfa DAIŞ'ê: Bihuşt a me ye, ax a wan e! - ÇAVDÊRÎ
Operasyona paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê, ku ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve di 6'ê Gulanê de bi navê Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo hat destpêkirin, dewam dike. -
Li Înnsbruckê NCDK hat vekirin
Li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat vekirin. -
Şervana YPJ'ê Tanrikûlû li Swîsreyê hat bîranîn
Şervana YPJ'ê Salîha Tanrikûlû (Savuşka Spêrtî) ku li bajarê Serêkaniyê ji ber qezayekê birîndar û û tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin, lib ajarê Swîsre Frîboûrgê hat bîranîn. -
Şervana YPJ’ê Evîn Hesekê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervana YPJ’ê Narîman Darih (Evîn Hesekê) ya 8’ê Gulanê di berxwedana gundê Til Mecdel a di navbera Hesekê û Til Temir de jiyana xwe ji dest dabû spartin axê. -
YPG: 2 gund ji çeteyan hatin paqijkirin
Di operasyon û pevçûnên hêzên YPG/YPJ ên li Kantonên Cizîr û Kobanê de 2 gundên din hatin rizgarkirin û herî kêm 5 çete hatin kuştin. -
Ji HPG'ê der barê PDK Îranê de daxuyanî
HPG'ê der barê bûyera li Kelaşînê de daxuyaniyek da û got, "Nûçeyên li ser bûyera ku diyare ji berê ve hatiye amadekirin û ji aliyê hin derdor û organên çapemenî-weşanê ve bi awayekî berevajî hat nîşandan, bi ti awayî li niyeta baş nayên." -
YPG'ê nasnameya 9 cangoriyan aşkera kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 9 têkoşerên azadiyê yên di pevçûnên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Şivanek ji ber mayîna artêşa Tirk birîndar bû
Şivanê li mayînên ku artêşa Tirk li Zagrosê çandine qelibî birîndar bû. Li Tepê Şûşatê yê girêdayî Mêrgezeriyê ya Zagros mayînên ku artêşa Tirk çandine hê jî zerarê didin.