YPG: 2 gund ji çeteyan hatin paqijkirin
Di operasyon û pevçûnên hêzên YPG/YPJ ên li Kantonên Cizîr û Kobanê de 2 gundên din hatin rizgarkirin û herî kêm 5 çete hatin kuştin.
Di operasyon û pevçûnên hêzên YPG/YPJ ên li Kantonên Cizîr û Kobanê de 2 gundên din hatin rizgarkirin û herî kêm 5 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser pevçûnên dawî yên li Kantonên Cizîr û Kobanê de daxuyaniyeke nivîkî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo di roja 18. de bi awayekî serketinê dewam dike û hat destnîşankirin, ku operasyonên YPG/YPJ'ê yên di çarçoveya vê pêngavê de li başûrrojavayê Serêkaniyê dewam dikin.
Navendê diyar kir ku hêzên wan şevê din gundên Ebû Şexat û Ebû Cellûd ên 37 kîlometre li başûrrojavaye Serêkaniyê ji çeteyan rizgarkirin û got, "Çeteyan, bi armanca pêşveçûna hêzên me asteng bikin bi maşîneke bombebarkirî re êrîş kirin. Lê hêzên me êrîş vala derxistin û derbên giran li çeteyan xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van pevçûnan de nehatiye zelal kirin.
Di vê operasyonê de 2 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer dikirin gihîştin şehadetê."
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de li ser roja 251 a berxwedana Kobanê û operasyonên paqijkirina derdora Kobanê ev agahî da:
"Hêzên me li gundê Korik ê li rojhilatê Kobanê xebata lêgerîne meşandin. Di van xebatan de 2 çete yên ku xwe li gund veşartibûn hatin dîtin. Her 2 endamên çete gule reşandin û li ser bersiva hêzênme, tevî 2 kleş û rextan mirî hatin desteserkirin.
Li başûrê Kobanê jî hêzên me li hember çeteyan êrîşên cûrbe cûr lidarxistin.
Hêzên me li nêzî gundê Sinîna komeke çeteyan a bi motoran tevdigeriyan kirin hedef û di encam de çeteyek hat kuştin, yek jî birîndar bû.
Li gundê Elganê jî komên çeteyan xwestin li pişt patosan xwe veşerên û êrîşî hêzên me bikin. Piştî mûdexaleya hêzên me çeteyan xwestin birevin, lê hêzên me maşînekî wan a bi doçka barkirî rûxandin û endamekî çete kuştin.
Li gundê Serêkaniyê yê ku li heman herême ye jî komekî çeteyan a di nava tevgerê de bûn hêzên me hedef kirin û çetekî kuştin.