Vekirina Parka Jinan a Şengal a Îpekyolu veguherî mîtîngê

Parka jinan a ji aliyê Şaredariya Îpekyolu ve hat vekirin, bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi merasîmeke girseyî hat vekirin.

Parka jinan a ji aliyê Şaredariya Îpekyolu ve hat vekirin, bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi merasîmeke girseyî hat vekirin.

Parka Jinan a Şengalê ya ji aliyê Şaredariya Îpekyolu ve hat vekirin, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, namzeta HDP’ê ya Wanê Yurdusev Ozsokmenler, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Bekîr Kaya, Hevşaredarên Îpekyolu Aygul Bîdav û Veysel Keser, hevserokên rêxistina HDP û DBP ên bajêr û navçeyan û bi hezaran kes amade bûn.

Hevşaredara Îpekyolu Aygul Bîdav a di merasîma vekirina parkê de axivî ji bo jinên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane û hatine esîrkirin banga pêşxistina têkoşîna jinan kir.

Havşaredarê Îpekyolu Veysel Keser jî got: “Îro Arîn Mîrxan, ji bo azadiya Kobanê çawa xwedî girîngiyeke pîroz e, azadiya jinan di azadiya gelê Kurd de ewqasî girîng e.”

Piştî hevşaredaran Hevseroka Giştî ya Wanê Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksekdag diyar kir ku serketina 7’ê Hezîranê wê bibe rojeke serketinê ya diyarî jinên li Şengalê hatine qetilkirin be.

Parka Jinan a Şengalê bi qutkirina kurdeleyê ket xizmetê. 

...