Li Evry û Marsilyayê 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bîranîn

Li herêma Evry a Fransayê û bajarê Marsîlyayê 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bibîranîn.

Li herêma Evry a Fransayê û bajarê Marsîlyayê 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bîranîn.

EVRY

Li herêma Evry a Parîsê li Navenda Civaka Demokratîk a Grîngny ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bîranîn. Gelek kes beşdar bûn û deqeyek rêz hat girtin.  Siyasetmedarê Kurd Fuat Kav axaftinek kir û got: “Li her derê şehîdên meha Gulanê tên bîranîn. Em wek gel deyndarê şehîdên xwe ne. Em Hakî Karer, Çaran, Îbrahîm Kaypakkaya, Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn, Halîl Çavgun, Denîz Gezmîş, Sînan Cemgîl û bi dehan şehîdên din ên di vê mehê de şehîd ketine bibîr tînin.”

Kav got berxwedana li Rojava tê jiyîn, bi saya kesên di têkoşîna azadiya berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, encam girtine û hemû dewletên Rojhilata Navîn û hêzên herêmî li dijî DAIŞ’ê têk çûn, lê DAIŞ jî li dijî berxwedan Kurdan têk çûne.

Kav got Kurdên Ewropayê di pêvajoyek girîng de derbas dibin û got: “Welatiyên berdêlên mezin dan û hatin Ewropayê, divê biçin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin. Lê tenê bikaranîna dengan têr nake. Divê her kes, derdora xwe îqna bikin û bibin ser sindoqan.”

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demorkatîk Lamiya Seven jî bi lêv kir ku wê bîranîna şehîdên meha Gulanê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û ji bo serketina HDP’ê banga xebatek zêde kir.

LI MARSÎLYAYÊ  FELMÎ YILMAZ Û CÎHAN DUMAN HATIN BÎRANÎN

Li bajarê Marsîlyayê jî ji bo gerîlayên HPG’ê Agît Apo (Fehmî Yilmaz) û Hakî Sadî (Cîhan Duman) yên di meha Çile de li Çewlîkê jiyana xwe ji dest dan jî sersaxî hatin qebûlkirin. Kurapê Yilmaz, Alî Yilmaz got wê zêdetir xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin.

Yilmaz da zanîn ku divê heta 31’ê Gulanê her kes dengên xwe bikar bîne.

Her wiha Meclîsa Ciwanên Azad a Marsîlyayê her sal ji bo bîranîn ‘Şehîdên Meha Gulanê’ turnuvaya futbolê pêk tînin û îsal jî pêk anîn.

...