Endamê Koma Aştiyê Baycan hat bîranîn

Endamê Koma Aştiyê Îsmet Baycan ê 1'ê Cotmeha 1999'an li ser banga Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate Tirkiyeyê û di sala 2003'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê jiyana xwe ji dest da li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li ser gora xwe hat bîranîn.

Endamê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê Îsmet Baycan ê 1'ê Cotmeha 1999'an li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate Tirkiyeyê û di sala 2003'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê jiyana xwe ji dest da li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li ser gora xwe hat bîranîn.

Hevbirên Platforma Demokrasî ya Bazîdê ji bo Endamê Koma Aştiyê Îsmet Baycan ê sala 2003'an li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê jiyana xwe ji dest da merasîma bîranînê li dar xist. Malbata Baycan, namzetên HDP'ê yên Agiriyê Leyla Zana û Berdan Ozturk, Hevşaredara Bazîdê Delal Tekdemîr, Hevşaredara Îdîrê Şaziye Onder, Endamê Koma Aştiyê Şîrîn Tunç, TUHAYD-DER û gelek kesên din tevlî merasîmê bûn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Koma Aştiyê Şîrîn Tunç axivî û wiha got: "Heke şehîdan pêşiya me ronî nekiriba di nava Kurdan de yekîtî çênedibû. Bi saya şehîdên xwe em îro li Rojhilata Navîn têkoşînê didin." Tunç anî ziman ku Baycan ji bo ruhê aştî, biratî, biratiya gelan bîne axa Tirkiyeyê ji çiyayên Kurdistanê hat û wiha axivî: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî hatibû girtin. Ji bo şerê pêk tê bi dawî bibe li ser bangê hat Tirkiyeyê. Lê em hatin girtin."

Namzeta HDP'ê Leyla Zana jî diyar kir ku li ti cihên cîhanê kesên aştiyê dixwazin nayên sirgûnkirin û nayên girtin û wiha got: "Em dizanin ku ev têkoşîna bi saya gel û keda şehîdan berdewam dikin. Rêheval Îsmet jî qehremanekî aştiyê ye."

Piştî axaftinan ji bo Baycan mewlûd hat dayîn.