YPG'ê nasnameya 9 cangoriyan aşkera kir

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 9 têkoşerên azadiyê yên di pevçûnên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 9 têkoşerên azadiyê yên di pevçûnên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Di daxuyaniya navendê de hat gotin, "Berxwedana bêhempa ya yekîneyên me li Kantonên Cizîrê û Kobanê bi hemû serketinên xwe berdewam dike. Di pevçûnên di navbera yekîneyên me û komên çete yên li kantonên Cizîrê û Kobanê de 9 şervanên me bi lehengî û qehremantiyeke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê.

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) soza şopdariya rêya şehîdan didin û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin."

NASNAMEYA CANGORIYAN

Li gorî daxuyaniya navendê, nasnameya 9 cangoriyên bi vî rengî ye:

Îsmaîl Dere bi nasnav Ciwan Şiyar, li Geverê ji dayik bûye, di 16'ê Gulana 2015'an de li Hesekê-Til Hirmizê jiyana xwe ji dest da.

Ehmet Aşkara bi nasnav Çiyager Koçer, li Botanê ji dayik bûye, di 17'ê Gulana 2015'an de gundê Omero yê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Ferman Şahîn bi nasnav Demhat Mahsûm, li Amedê ji dayik bû, di 17'ê Gulana 2015'an de li gundê Til Tala yê Til Temirê jiyana xwe ji dest da.

Emar Remedan bi nasnav Erdal Serêkaniyê, li Serêkaniyê ji dayik bûye, di 24'ê Nîsana 2014'an de li gundê Çelebî yê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Huseyîn Tûtûman bi nasnav Gabar Dêrsim, di 25'ê Gulana 2015'an de li gundê Til Tala yê Til Temirê jiyana xwe ji dest da.

Songul Kûrt bi nasnav Hêvî Gever Marînos, ji navçeya Colemêrg Geverê ye, di 17'ê Gulana 2015'an de li gundê Huda yê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Vedat Yildiz bi nasnav Kendal Baz, li navçeya Erzîrom Qereyaziyê ji dayik bû, di 8'ê Adara 2015'an de li Til Temirê jiyana xwe ji dest da.

Seracedîn Çelîk bi nasnav Qehreman Gever, li navçeya Colemêg Geverê ji dayik bû, di 22'ê Gulana 2015'an de li gundê Til Tala yê Til Temirê jiyana xwe ji dest da.

Adil Hemada bi nasnav Şervan Cûdî, li Til Temirê ji dayik bû, di 23'ê Gulana 2015'an de li gundê Becariyê yê Til Temirê jiyana xwe ji dest da.

...