Şervana YPJ’ê Evîn Hesekê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervana YPJ’ê Narîman Darih (Evîn Hesekê) ya 8’ê Gulanê di berxwedana gundê Til Mecdel a di navbera Hesekê û Til Temir de jiyana xwe ji dest dabû spartin axê.
ANF
HESEKÊ
yekşem, 24 gulanê 2015, 18:29
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervana YPJ’ê Narîman Darih (Evîn Hesekê) ya 8’ê Gulanê di berxwedana gundê Til Mecdel a di navbera Hesekê û Til Temir de jiyana xwe ji dest dabû spartin axê.
Bi sedan kesî cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Hesekê ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên şervanan YPJ’ê Evîn Hesekê vekirin, alên TEV-DEM, YPJ, YPG’ê hilgirtin û bê navber dirûşm berz kirin cenaze bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê derketin rê.
Di rêya ketina goristanê de welatî ji wesayîtan daketin û cenaze li ser milan kirin û bi dirûşman heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm hate lidarxistin.
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîz Dawê axivî, berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê ya li herêmê silav kir û soza şopandina rêya cangoriyan da. Di merasîmê de her wiha li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê Endamê Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş axivî û bal kişand ser rola berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya ji bo parastina hemû pêkhateyan û got: “Em wekî pêkhateyên Kantona Cizîrê baş dizanin em bi saya berxwedêrên xwe bi biratî li ser xaka xwe dijîn. Em bi berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê îro azad in, bi saya berxwedana wan îro herêma Çiyayê Kizwanan (Ebdulezîz) û gelek gundên herêmê hatine rizgarkirin. Rizgarkirina wê herêmê destketiya hemû pêkhateyên herêmê ye.ˮ
Endama Rêveber a TEV-DEM’ê Nûcan Hesen jî di merasîmê de axivî û bal kişand ser berxwedana şervana YPJ’ê Evîn Hesekê û da zanîn ku Evîn fedakariyeke mezin kiriye û ji bo rizgarkirina herêma rojavayê Kantona û Çiyayê Kizwanan canê xwe feda kir. Di dema em Evîn oxir dikin pêngava YPG/YPJ’ê ya rizgarkirina herêmê bê navber didome. Bi keda Evîn û hevalên wê dê hemû herêm ji çeteyan rizgar bibe.ˮ
Di merasîmê de li ser navê malbata şervana YPJ’ê Evîn Hesekê apê wê Cemal Tahir axivî û soza şopandina rêya Evîn û hemû hevalên wê da.
Piştî axaftinê girseya gel cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Hesekê bi dirûşman spart axê.