Xeteriya li ser jiyana Çagli dewam dike
Şerafettîn Çagli (36) ê di merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fehmî Yilmaz (Egîd Kop) de ji ber kampsula bombeya gazê ya leşkeran li serî ket bi giranî birîndar bû, xeteriya li ser jiyana wî dewam dike.

Li navçeya Mûş Gimgimê, Şerafettîn Çagli (36) ê ku di 22'ê Gulanê dema merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fehmî Yilmaz (Egîd Kop) de ji ber kampsula bombeya gazê ya leşkeran li serî ket bi giranî birîndar bû, xeteriya li ser jiyana wî dewam dike.
Hat ragihandin ku Çagli yê 3 roj in di unîteya lezgîn a nexweşxaneyê de tê ragirtin, ji ber giranbûna rewşa wî, îro ji mejî ve hat emeliyatkirin.
Siracettîn Çagli anî ziman ku xeteriya li ser jiyana birayê wî hînê dewam dike û ew dua dikin ji bo birayî wî bi saxî û selametî ji emeliyat û nexweşxaneyê derkeve.