KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
ICOR, xwe amade dike li Kobanê nexweşxaneyekê ava bike
Koordînasyona Partî û Rêxistinên Şoreşger a Navneteweyî (ICOR) ji bo li Kobanê nexweşxaneyekê ava bike xebatên xwe didomîne. -
Şervanên YPG/YPJ’ê gundekî din jî rizgar kirin
Şervanên YPG/YPJ’ê li rojavayê Serêkaniyê û sînorê Kantona Cizîrê gundekî din ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir. -
Du gundên din jî hatin rizgarkirin
Şervanên YPG/YPJ’ê gundên Ruba û Raco yên 35 kîlometrî başûr –rojavayê Serêkaniyê dikevin ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin -
Li Sêrtê 5 kes hatin binçavkirin
Li Sêrtê polîsan bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin. -
Li rojhilatê Kobanê 2 gund ji çeteyan hatin paqijkirin
Gundên Cirin û Şewitî yên li rojhilatê Kobanê ku ji saetên pîştî nîvro ve pevçûnên dijwar diqewimîn, ji aliyê YPG/YPJ’ê ve ji çeteyan hatin paqijkirin. -
Li Wanê zêdetirî 50 welatiyan hatin binçavkirin
Di mîtînga Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya Wanê ku 2 saet dereng destpê kir zêdetirî 50 kesên Efkan Ala şermezar kirin hatin binçavkirin. -
Li gundê Cirin şer û pevçûnên dijwar
Li gundê Cirin ê 38 kîlometre li rojhilatê Kobanê ye di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên giran diqewimin. -
Bûrkan El Firat: Operasyonên me wê heta azadiya Girê Spî dewam bikin
Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat bi daxuyaniyeke çapemeniyê re ragihand ku operasyonên wan wê heta rizgarkirina Girê Spî dewam bikin. Di daxuyaniyê de ji gundiyên li herêmê hat xwestin ku ji bo çete wan nekin mertal, herêmê ji bo demekê vala bikin. -
Li Cizîr û Kobanê gelek gund hatin rizgarkirin
Li başûrrojavayê Serêkaniyê hêzên YPG/YPJ'ê her bi pêş ve diçin. Li vê herêmê û li Kantona Cizîrê di encama operasyonên duh ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de gelek gund hatin rizgarkirin. -
'Min Bedrettînek ji dest da, lê li vir bi hezaran kurê min hene'
Cenazeyê Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Bedrettîn Akdenîz (Ekîn Înce Memed/Sûphî Soreş) bi merasîmekê hat veşartin. Dayik Sabîha Akdenîz got, "Min Bedettînek ji dest da, lê li vir bi hezaran kurê min hene." -
Rûniştina sêyemîn a doza qetilkirina Mahîr Çetîn hat dîtin
Rûniştina sêyemîn a doza li ser bûyera Mahîr Çetîn ê ku li Antalyayê di encama êrîşeke nîjadperestan de jiyana xwe ji dest da, hat dîtin. -
Baroya Amedê ji bo hilbijartinan 150 parêzer peywirdar kir
Baroya Amedê der barê hîleyên ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de pêk bên de daxuyanî da û destnîşan kir ku dê di roja hilbijartinê de 150 parêzer peywir bigirin û wê li hemberî her hîleyek ku pêk bê serlêdanê bikin. -
Hiqûqnasan destek dan banga jiyana nû
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya ya Amedê têkildarî kampanyaya "Em hiqûqnas" û hilbijartinê de daxuyanî dan û gotin tu deng bêxwedî namînin. Hiqûqnasên Rihayê û Stenbolê jî ragihand ku wek hiqûqnasan ew dengê didin banga jiyana nû. -
Çeteyên DAIŞ'ê nêzî 100 sivîl qetil kirin
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Rojavayê Kurdistanê nikarin li hemberî operasyonên YPG/YPJ'ê yên azadkirina xaka dagirkirî bisekinin, gelê sivîl qetil dikin. -
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bê navber dewam dike
Tevgera hewayî û bejahî ya artêşa Tirk bê navber dewam dike. -
Şervanên YPG/YPJ’ê li Amed û Colemêrgê spartin axê
Cenazeyên şervanê YPG'ê Ahmet Yilmaz li Geverê û cenazeyê şervana YPJ'ê Hacire Kurt li Amedê ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin definkirin. Li Gever û Cizîrê jî ji bo şervanên YPG/YPJ'ê konên sersaxiyê bi girseyî tên ziyaretkirin. -
Nasnameya 6 şervanan hat aşkerakirin
Nasnameya 6 şervanên YPG/YPJ'ê yên di pevçûnên li Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, hat aşkerakirin. -
Ji Spanyayê alîkariya ji bo Şengal û Kobanê
Derman, xwarin û kincên li Spanyayê hatin komkirin, ji Şengal û Kobanê re hatin şandin. -
5 gund û 2 gundik hatin azadkirin
Di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, 5 gund û 2 gundinên din ên li rojavayê Kantona Cizîrê hatin azadkirin. -
Li şûna kiryarên komkujiya Parîsê, yên komkujî protesto kirin tên darizandin
Rûniştina sêyemîn a doza li Dadgeha Eyaleta Hambûrgê ya li dijî siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr bi sûcdariya endametiya PKK'ê hat vekirin, pêk hat. -
Sifreya kesk a çiya
Gerîla û bihar… Bi hatina biharê re çiya xemilîn…Çiya veguheriye bihuşta rengan, di çavên gerîlayan de bûne sûlav. Can dide çiya, kulîlk û gihan. Şîn dibe pincarên ji hev xweştir. -
Li Taxa Şêxmeqsûd 10 çete hatin kuştin
Di şer û pevçûnên li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên El-Nusra de qewimîn, herî kêm 10 çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Di pevçûnan de şervanekî YPG ‘ê jiyana xwe ji dest da. -
Erdê sê gundan şewitî
Li erdê 5 hezar donim ê genim lê hatiye çandin ê 3 gundên girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê şewat derket. -
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê şandin Bakurê Kurdistan
Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên 2 şervanên YPJ’ê û şervanekî YPG’ê yên di berxwedana bajaroka Mebrûka de jiyana xwe ji dest dan, ber bi Bakurê kurdistanê ve oxir kirin. -
Til Xenzîr jî hate rizgarkirin
Gundê Til Xenzir ê li rojavayê Serêkaniyê, ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.