Sifreya kesk a çiya
Gerîla û bihar… Bi hatina biharê re çiya xemilîn…Çiya veguheriye bihuşta rengan, di çavên gerîlayan de bûne sûlav. Can dide çiya, kulîlk û gihan. Şîn dibe pincarên ji hev xweştir.
Gerîla û bihar… Bi hatina biharê re çiya xemilîn…Çiya veguheriye bihuşta rengan, di çavên gerîlayan de bûne sûlav. Can dide çiya, kulîlk û gihan. Şîn dibe pincarên ji hev xweştir.
Gerîla û bihar… Bi hatina biharê re çiya xemilîn…
Çiya veguheriye bihuşta rengan, di çavên gerîlayan de bûne sûlav. Can dide çiya, kulîlk û gihan. Şîn dibe pincarên ji hev xweştir.
Bi vê re dest pê dike ji nûve nûbûn, xweşikahî û jiyanên nû…
Cîhana ku em lê dijîn her roj hineke din dibe beton, dema mirov komeke dar dibînin, ne mumkune ku mirov kêfxweş nebin. Li cihekî wisa girtina bîhna çiyan, xwarina nanê hişk, meş, westandin, xwîdan, wek gereke li bihûştiye. Piştî bîhneke ji kûr, wek vexwarina kulmek av e. Kêfxweşiya dîtina hevrêyekî ku di carekê de mirov dibîne ye.
Ez ji warê zarokên çiyayî re dibêjim bihûşt… Li aliyê herî xweş yê bihûştê ew hene, bihûşt wan, ew jî bihûştê pîroz dikin, bi vî re çiya û zozan xweş dibin.
Îro li yek çiyayên herî bilind yên herêmên gerîlayan rêwîtiyê dikim. Keskahiya çiyê ji westandina me re dibe derman. Tevî ku roj heye, ev der hîna sar in…Westandin, ma gelo mirov nawestin, tiştekî hêsan heye, tiştekî bi hêsanî bê bidestxistin, tehma wê heye ka? Bêguman aliyê wan yê diwestin jî pir e. Hele girek hinek bilind be, wê demê bibîne westandinê, wê demê tehma ku çay dide, xweşiktire.
Ez li herêma Xinêrê ya bi deşt û zozanan deng daye, bi av û hewaya xwe navdar û bihûşta xwe ya rêwasê tê bi navkirinê, me. Bi qasî av û zozanên wan, gerîlên wan yên kur jî balkêşin. Li her gerliyê çemekî biçûk heye. Li aliyên jor yên gelî rêwas hene. Li gelek herêmên gerîlan ev digihêje. Em ji serdana komeke gerîlayan dihatin û di rê de me komeke gerîla dît. Xwarina herî xweş ya dan me. Em li sifreya gerîlayên ku me di rê de dît, bûn mîvan.
Rûniştina li ser vê sîfreya kesk, gelek xweş bû. Bi vê re sohbeteke xweş destpê kir.
Di dema bêhndanê de hejmara gerîlayên min dîtin 10 bû. Her hevalek di yekîneyek din de xebat dimeşand û ji bo xebatek din hatibûn gel hev. Koma me dît komeke tevlîhev bû. Îsot, pîvaz, firingî û penêrî ji çeteyên xwe derxistin û sifreya gerîlayan amade kirin. Ava sar dan me. Gerîla di navbera xwe de karbeşiyê dikin. Her kes tiştekî dike. Yek avê, yek xwarinê, yek penîr derdixe. Gerîla Sozdar ku ligel sifreyê rûniştibû wiha bersivê dide pirsên me: “Piştî meşeke dirêj, rûniştina li ser sifreyê, gelek xweş e. Li sifreya me penîr, tirşok, firîngî heye. Ji ber tebaxê me nîne, em pelên rêwasê bikar tînin.” Rêwas li zozanan şîn dibin. Gerîla vî gîhayî baş nas dikin. Bi hatina biharê re ji ser sifreyên gerîlayan kêm nabe. Li cihekî wisa xweş, li sifreyê rûneniştin, ne mimkun e. Hevalê min Arafat wêneyan dikişîne, sohbeta min a bi heval Sozdar re didome. Gerîla Sozdar diyar dike ku ew her cureyê gîha nas dike û diyar dike ku ew gelek ji gîhayê tirşok hez dike. Piştî sohbeta me sifre amade bû.
Me bi gerîlayên li gel çemekî biçûk bicih bibûn, xwarina xwe xwar û piştre her kes dîsa ket rê ya xwe…
Tê gotin ku bi demê re her tişt tê jibîrkirin. Tê gotin ku dem hemû birînan rehet dike. Hevalên min, hezkiriyên min, ji bahoza di dilê min de bê agahî dibêjin ‘bi demê re wê her tişt çareser be’. Ez jî beyî agahî ji xwe re dibêjim, erê ji her kesê dora xwe re….
Sal derbas bûn hem jî salên dirêj… Ez di gelek rêyan de derbas bûm, min di rêyên nû de dilê nû nas kir. Hevrêyên min, zer, reş, esmer, qet ferq nake, min hembêz kir. Bi hezkirina herî xweş. Hem giriyam hem keniyam. Lê ti tiştek ji bîr nebû. Min her tiştê der dorê di çavên xwe de parast. Lê ti li cihekî cuda bû.. an jî bo bisekinî min şer kir…