Til Xenzîr jî hate rizgarkirin

Gundê Til Xenzir ê li rojavayê Serêkaniyê, ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Gundê Til Xenzir ê li rojavayê Serêkaniyê, ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, operasyonên xwe yên li ser sînorê rojavayê Kantona Cizîrê zêde kirin. Di operasyonên îro de, piştî gundên Dehma û Rawiya gundê Til Xenzir jî hate rizgarkirin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandine, şervanên YPG’ê li gundê Til Xenzir ku 23 kîlometre dikeve rojavayê Serêkaniyê, li dijî çeteyan çalakiyek bi bandor li dar xistin. Di encama çalakiyê de gund bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Der barê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.