Odeya Çalakiyan a Bûrkan El Firat bi daxuyaniyeke çapemeniyê re ragihand ku operasyonên wan wê heta rizgarkirina Girê Spî dewam bikin. Di daxuyaniyê de ji gundiyên li rojavayê Girê Spî hat xwest ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê wan weke mertal bikar neyînin, herêmê ji bo demekê vala bikin.
Bûrkan El-Firat bi hevkariya hêzên YPG/YPJ’ê re li gundê Êdiqê yê li başûrê Kantona Kobanê merasîmek leşkerî lidar xist û daxuyaniyek hevbaş da çapemeniyê.
Di merasîma leşkerî ku zêdetirî 10 tûgayên Artêşa Azad û hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parasatina Jin (YPJ) ku ji zêdetirî 500 kesî pêk hat, amade bûn.
Berdevkê Fermî yê Bûrkan El-Firat Şervan Derwîş daxuyanî xwend û diyar kir ku Odeya Çalakiyan Bûrkan El-Firat ku di 19`ê Nîsana 2014`an de hate damezirandin, ji destpêka avakirinê heta roja îro karîbûye li hember dijminên mirovahiyê şer bike, wan ji herêmê derbixe. Derwîş destnîşan kir fedayîtiya Bûrkan El-Firat li herêma Kobanê nîşan daye di cîhanê de deng vedaye û cihê xwe di dîrokê de girtiye.
Derwîş got: "Bi lehengiya xwe Bûrkan El-Firat îsbat kir ku hemû pêkhateyên herêmê dikarin parastina xwe li hemberî hemû êrîşan bikin. Bi taybetî pêşketinên li eniya rojhilat û serketinên ku Bûrkan El-Firat di rizgarkirina gundên herêmê de bidest xistine, nîşaneya vê yekê ne."
Derwîş da zanîn ku operesyonên rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de, wê heta Girê Spî (Til Ebyad) berdewam bikin û bang li welatiyên li hemênê di bin dagirkeriya çeteyan de dijîn kir ku ji bo ewlekariyê herêmên xwe ji bo demekê vala bikin. Derwîş wiha dom kir: "Em wekî Odeya Bûrkan El-Firat bang li hemû gelên ku di gundên nêzî qadên leşkerî yên li hemû eniya rojavayê herêma Girê Sipî dikin ku ji bo parastina xwe, van deveran vala bikin. Welatiyên sivîl ên girêdayî hêrêmê divê li hemberî terora çeteyên DAIŞ’ê hişyar bin ku neyên dorpêçkirin û wekî mertalên zindî neyên bikaranîn. Bila wekî gelên li Sirîn û Cerablosê wekî mertal neyên bikaranîn. Bi çeteyên DAIŞ’ê re nebin alîkar, ji ber ku çete dixwazin hejmareke mezin ji wan di pevçûnan de bikar bînin û wan tine bikin."
Şervan Derwîş di dawiya daxuyaniyê de got ku ew wekî hêzên di Odeya Bûrkan El-Firat de aşkera dikin ku ew ê hemû zagonên navneteweyî ku parastina welatiyên sivil ên qadên şer dikin, esas bigirin. Derwîş got: "Ji bo ku ev yek pêk were divê welatiyên herêmê ji bo demekê ji qadên şer dûr bikevin. Ji bo parastina sivîlan, bi taybetî li gundên ku dikevin nava deverên pevçûnan ev yek girîng e."