Rûniştina sêyemîn a doza qetilkirina Mahîr Çetîn hat dîtin
Rûniştina sêyemîn a doza li ser bûyera Mahîr Çetîn ê ku li Antalyayê di encama êrîşeke nîjadperestan de jiyana xwe ji dest da, hat dîtin.
Rûniştina sêyemîn a doza li ser bûyera Mahîr Çetîn ê ku li Antalyayê di encama êrîşeke nîjadperestan de jiyana xwe ji dest da, hat dîtin.
Rûniştina sêyemîn a doza li ser bûyera Mahîr Çetîn ê ku li Antalyayê di encama êrîşeke nîjadperestan de jiyana xwe ji dest da, hat dîtin. Parêzer Gurgoz got, "Ji bo ku navê navçeya Kaşê bi bûyereke qirêj a nîjadperestiyê re neyê bîranîn, polîsan di raporan de cih nedane aliyê Kurd ê bûyerê."
Rûniştina sêyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Elmaliyê hat dîtin. Di rûniştina dozê de ji 7 bersûcên bi 'kuştina bi zanebûn' û 'birîndarkirina bi zanebûn' tên darizandin Mehmet Alî Çakmak ê girtî û bersûcên din ên ne girtî Gokhan Guney, Mehmet Înan Bîlgîn, Arîf Bozdag, Sefa Goncu û Înanç Konî amade bûn. Bersûc Alî Guzeloglû yê negirtiye jî tevlî rûniştinê nebû. Bavê Mahîr Çetîn Abdulsamet Çetîn, pismamê wî Vedat Çetîn û Ferhat Ozmen ên bi Çetîn re li êrîşê rast hatin, tevî rêveberên Şaxê Antalyayê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem beşdarî rûniştina dozê bûn.
BERSÛC HATIN TEŞHÎSKIRIN
Di rûniştina dozê de li mexdûrê êrîşê Ferhat Ozmen weke şahid hat guhdarîkirin. Ozmen yên êrîşî wan kirin bersûc Mehmet Alî Çakmak û 3 kesên din ên bi awayekî ne girtî tên darizandin, li salonê teşhîs kir.
PARÊZER GURGOZ: ALIYÊ NÎJADPERESTÎ YÊ BÛYERÊ TÊ VEŞARTIN
Piştî teşhîsê parêzerê mexdûran Nûsret Gurgoz mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku muwekîlê wî yê jiyana xwe ji dest da Mahîr Çetîn ji ber ku Kurd bû rastî êrîşê hatiye, lê belê aliyê nîjadperestiyê yê vê êrîşê ji nedîtî ve tê. Parêzer Gurgoz got, "Ev êrîşeke nîjadperestî ye. Ji bo ku navê navçeya Kaşê bi bûyereke qirêj a nîjadperestiyê re neyê bîranîn, polîsan di raporan de cih nedane aliyê Kurd ê bûyerê."
Heyeta dadgehê doz ji bo 10'ê Tîrmeha 2015'an taloq kir.
Li navçeya Antalya Kaşê, di 3'ê Îlona 2014'an de, komeke nîjadperest bi gotina 'Kurdên Pîs' êrîşî Mahîr Çetîn (20) ê ji Êlihê û hevalên wî yên bi hev re bi Kurdî diaxivîn kiribûn û di encama vê êrîşê de Çetîn krîza dil derbas kiribû û jiyaan xwe ji dest dabû.