Nasnameya 6 şervanan hat aşkerakirin

Nasnameya 6 şervanên YPG/YPJ'ê yên di pevçûnên li Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, hat aşkerakirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 cangoriyên azadiyê aşkera kir.

Di daxuyaniya de wiha hate gotin:

"Her roj û her seat berxwedaniya yekîneyên me mezintir dibe. Ev hemû bi saya xwîna zelal a hêzên me ye û gelê me yê Rojava karîbû bi saya wan lehengan bigihîje aramiyê. Vê berxwedaniyê hişt ku bibe xelekeke sereke ya berxwedaniyê ji bo mirovahiyê. Her wiha hişt ku bi hezaran kesên bi şeref werin û li hemberî dijminê mirovahiyê û ji bo pêkanîna azadî û rûmeta gelê Rojava şer bikin.

Di vê berxwedaniya bêhempa de 6 lehengên me bi fedayîtî û qehremantiyeke mezin gihîştin asta şehadetê. Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soza şopdariya rêya şehîdan didin û sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 6 cangoriyan bi vî rengî ye:

Sara Adempûr bi nasnav Ezda Mako, li Mako ji dayik bû, di 17'ê Gulana 2015'an de li gundê Hûda yê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Îbrahîm Resk bi navnav Şoreş Şoreşger, li Mako ji dayik bû, di 17'ê Gulana 2015'an de li gundê Hûda yê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Nebî Akman bi nasnav Hesen Sebah, li Êlihê ji dayik bû, di 26'ê Gulana 2015'an de li bajarokê Mebrûka jiyana xwe ji dest da.

Hacîre Kûrt bi nasnav Newal Farqîn, li Farqînê ji dayik bû, di 26'ê Gulana 2015'an de li bajarokê Mebrûka jiyana xwe ji dest da.

Selman Madilî bi nasnav Polat Dirbêsiyê, li Dirbêsiyê ji dayik bû, di 26'ê Gulana 2015'an de li Serêkaniyê/Aliya jiyana xwe ji dest da.

Seran Altinkiliç bi nasnav Seran Anatolya, li Stenbolê ji dayik bû, di 26'ê Gulana 2015'an de li Mebrûka/Eşra jiyana xwe ji dest da.