Ji Spanyayê alîkariya ji bo Şengal û Kobanê

Derman, xwarin û kincên li Spanyayê hatin komkirin, ji Şengal û Kobanê re hatin şandin.

Derman, xwarin û kincên li Spanyayê hatin komkirin, ji Şengal û Kobanê re hatin şandin.

Pêngava duyemîn a kampanya alîkariyê ya 6 meh in li paytexta Spanya Madrîdê ji aliyê Komîteya Piştgiriya bi Rojava û Gelê Kurd ve tê meşandin, bi dawî bû.

Alîkariya ji derman, xwarin û kincan hat berhevkirin, ji bo bigihêje Şengal û Kobanê li 4 mînîbusên mezin û TIR'ekê hatin barkirin û hatin şandin.

Kampanya ku ji komên çep-sosyalîst û anartşîst ên Spanyayê destekê werdigire, wê ji niha û pê ve bi çalakiyên cuda dewam bike.

'JI BO HILBIJARTINAN ÇAVKANIYA MORALÊ YE'

Di daxuyaniya li ser navê komîteyê hat weşandin de hat gotin, "Em spasiyên xwe pêşkêşî hevrêyên xwe yên Spanî û gelê xwe yê ku ked dane vê kampanyayê, dikin. Kampanyaya me, wê ji bo hilbijartinên giştî bibe çavkaniya moralê ji gelê me re. Em hêvîdar in ku wê gelê me xwedî li partiya xwe derkeve."

...