Baroya Amedê ji bo hilbijartinan 150 parêzer peywirdar kir

Baroya Amedê der barê hîleyên ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de pêk bên de daxuyanî da û destnîşan kir ku dê di roja hilbijartinê de 150 parêzer peywir bigirin û wê li hemberî her hîleyek ku pêk bê serlêdanê bikin.

Baroya Amedê der barê hîleyên ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de pêk bên de daxuyanî da û destnîşan kir ku dê di roja hilbijartinê de 150 parêzer peywir bigirin û wê li hemberî her hîleyek ku pêk bê serlêdanê bikin.

Baroya Amedê têkildarî hilbijartina ku dê 7'ê Hezîranê de li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroyê daxuyanî da. Di civîna de gelek parêzer ku amade bûn daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ve xwendin û diyar kir ku beriya dengdanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li rojavayê Tirkiyeyê li hemberî HDP'ê û partiyên din êrîş pêk tên û destnîşan kir ku bivê yekê ewlehiya hilbijartinê tê tehdîtkirin. Elçî diyar kir ku li herêmê jî li hemberî partiyan êrîş pêk nehatine ev jî cihê keyfxweşiyê ye ev yek ji bo pêk anîna hilbijartinek azad û demokrasiyê nuqteyek girîng e û wiha got: " Em dixwazin ku hemû welatiyên ku deng bikar bînin, bêyî teredût biçin ser sindoqan û bi îradeya xwe dengê xwe bikar bînin."

WÊ DI HILBIJARTİNÊ DE 150 PARÊZER BÊN PEYWIRDARKIRIN

Elçî diyar kir ku li ser daxwazan ji bo ewlehiya hilbijatinê û ji bo ku hilbijartin di çarçoveyeke qanûnî de pêk bê wê baroya Amedê jî di hilbijatinê de bê pêwirdarkirin. Elçî aşkera kir ku wan bi desteya hilbijatinê yên navçeyan re civîn pêk anîne û di civînan de nêrîn, guman û daxwazên wan parve kirine. Elçî bal kişand ser ku wê 150 endamên baroyê jî di hilbijartinê de bên peywirdarikirin û ev tişt anî ziman: "Roja hilbijatinê di çarçoveyeke hiqûqî de dengdayîn û bi awayekî zelal jimartina dengan ji bo me gelek girîng e. Em ê jî wekî Baroya Amedê bi 150 parêzeran tevli xebatên dayînê bibin û ji bo hemû bêhiqûqiyan em ê serlêdana pêwîst bikin." Her wiha Elçî da zanîn ku ger pêwîst bike em dikarin ji bajarên derdorê jî parêzeran peywirdar bikin. Elçî bang li partiyên siyasî jî kir û wiha got: "Ji bo ku hilbijatin li navendeke demokratîk bên kirin di vê ku partiyên siyasî jî hesasiyeta ku divê bê nîşandan nîşan dan bîşan bidin û divê ku rê nedin pêkhatina ti pirsgirêkan."