Şervanên YPG/YPJ’ê li Amed û Colemêrgê spartin axê

Cenazeyên şervanê YPG'ê Ahmet Yilmaz li Geverê û cenazeyê şervana YPJ'ê Hacire Kurt li Amedê ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin definkirin. Li Gever û Cizîrê jî ji bo şervanên YPG/YPJ'ê konên sersaxiyê bi girseyî tên ziyaretkirin.

Cenazeyên şervanê YPG'ê Ahmet Yilmaz li Geverê û cenazeyê şervana YPJ'ê Hacire Kurt li Amedê ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin definkirin. Li Gever û Cizîrê jî ji bo şervanên YPG/YPJ'ê konên sersaxiyê bi girseyî tên ziyaretkirin.

Cenazeyê şervanên YPG û YPJ'ê yên li Rojava di şerê DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn bi girseyî hatin definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ahmet Yilmaz (Rêber Dizê) ku li Rojava di 15ê Cotmeha 2014'an de di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, şevê din birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Îro ji bo Ahmet Yilmaz merasimek girseyî hat lidarxistin. Girseya ku beşdarî merasima cenaze bûn, bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Qatil DAIŞ hevkar AKP" û "Şehîd namirin" berz kirin. Bi hezaran kesan piştî neaşê şervanê YPG'ê Yilmaz ji morga nexweşxaneyê wergirtin bi sirûda "Çerxa Şoreşê" rêz girtin. Girsê piştre cenazeyê YPG'î Yilmaz birin Goristana Serê Solanê. Di meşê de esnafan jî dikan girtin û beşrarî merasimê bûn. Karker û karkeran jî karên xwe hiştin û tev li merasimê bûn.

Di meşê de wêneyên şervanên YPG-YPJ'ê û alên KCK, PKK û YPG'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girse berî bigêje goristanê darbesta cenaze daxistin û danîn ser milê xwe. Girsê darbest bi alên PKK'ê pêşan û heta heta goristanê meşiyan. Piştî wecîbeyên olî girsê cenaze bi rêzgirtinê defin kirin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Di merasimê de Hevserokê MEYADER'ê Bedirhan Koç, anî ziman ku şoreş û têkoşîna azadiyê bi xêra şehîdan pêş ketiye û ew deyndarên wan in.

Hevserokê HDP'ê yê Bajar Rahmî Temel jî anî ziman ku di demên dawî de li ser Colemêrgê ewrên reş digerin û ji ber vê yekê perçeyekî din ji xwe dan axê û wiha got: "Ji bo em hêviyên Yilmaz pêk bînin heta em hebin em dê têbikoşin."

Bavê YPG'î Yilmaz Miraz Yilmaz jî spasiyên xwe ji gel re anîn ziman. Piştî definkirinê girse bi meş çûn malbat ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.

DEH HEZARAN CENAZEYÊ YPJ'Î KURT DEFIN KIRIN

Cenazeyê şervana YPJ'ê Hacîre Kurt jî li Amedê ji aliyê deh hezara kesan ve hat definkirin. Hacîre Kurt (Newal Farqîn) li kantona Cizîrê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê piştî cenazeyê Kurt anîn Amedê li goristana Yenîkoyê ya Amedê ji aliyê deh hezaran kesan ve hat definkirin. Girsê piştî merasima olî darbesta Kurt danîn ser milê xwe û heta goristana Yenîkoyê meşiyan. Girseyê di merasimê de bê navber siloganên "Bijî berxwedana YPJ", "Qatil DAIŞ hevkar AKP" û "Şehîd namirin" berz kirin. Piştî meşê cenazeyê şervana YPJ'ê Kurt ji aliyê jinan ve hat definkirin.

Di merasimê de Hevseroka MEYADER'ê Ayşe Dicle, anî ziman ku heta têkoşîna gelê kurd bigêje azadiyê dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şimşek jî anî ziman ku têkoşîna jina kurd ji bo azadiya jinê deriyekî nû vekir û jina kurd vê berxwedana xwe bi tîpên zerîn li dîrokê nivîsand. Birayê şervana YPJ'ê Omer Kurt ji anî ziman ku têkoşina xwişka wê dê tu carî di nêvî de nemîne.

CENAZEYÊ YPG'Î AKMAN ŞANDIN ÊLIHÊ

Bi hezaran kesan piştî cenazeyê Kurd defin kir, cenazeyê şervanê YPG'î Nebî Akman (Hasan Sabah) bi girseyî şandin Êlihê.

Ji bo şervanên YPG/YPJ'ê yên di demên borî de jiyana xwe ji dest dane malên sersaxiyê hatin vedan. Ji bo şervanên YPG-YPJ'ê Songul Kurt (Hêvî Gever Marînos) Îsmaîul Dere (Ciwan Şiyar) û Seraceddin Çelik (Qehreman Gever) yên li herêma Til Temîr û Hesekê li dijî DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dabûn li Geverê malên sersaxiyê hatin vedan.

Di ziyaretên sersaxiyan de Nûnerê MEYADER'ê Cengiz Ortaç, anî ziman ku têkoşîna gelê kurd têkoşîna azadiya gelan e. Dayika şervanê YPG'ê Çelik Nazdar Çelîk jî bertek nîşanî Erdogan da û xwest xwedî heqê wan ji Erdogan re nelê.e Bavê şervana YPJ'ê Kurt Salih Kurt jî xwest kurd têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.

JI BO ŞERVANÊ YPG'Î TUAÇ LI CIZÎRÊ MEWLÛD

Ji bo şervanê YPG'e M.Emîn Tûnç yê di 20'ê Cotmeha 2014'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû jî li navçeya Cizîre mewlûd hat dayîn.