Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya ya Amedê têkildarî kampanyaya "Em hiqûqnas" û hilbijartinê de daxuyanî dan û gotin tu deng bêxwedî namînin. Hiqûqnasên Rihayê û Stenbolê jî ragihand ku wek hiqûqnasan ew dengê didin banga jiyana nû.
AMED
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya ya Amedê têkildarî hilbijartinê û kampanyaya "Em hiqûqnas in" li ber Edeliyayê Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Serhat Karaşîn daxuyanî xwend û wiha got: "Li Amed û Kurdistanê tu deng bêxwedî namînin." Karaşîn diyar kir ku roja hilbijartinê hem û li Amed û li bajarên derdorê wê li hemberî hemû pêkanînên keyfî rawestin û wiha axivî: "Hem endamên me wê deng bidin banga jiyana nû û di hilbijartinê de bi dildarî peywirê bigirin. Em hiqûqnas baş dizanin ku kesên li ser soz azadiyê bûn desthilatdar çawa li Kurdistanê dest bi operasyonê kirin û welatî avêtin girtîgehan." Karaşîn da zanîn ku di serî de Serokomar, saziyên dewletê rêgeza bêalîbûnê windakirin û ji bo AKP'ê bi hêz xebatên hilbijartinêç"
Karaşîn êrîşên li hemberî HDP'ê pêk hatin bibîrxistin û li hemberî hîle û provokasyonên di roja hilbijartinê de pêk bên hişyarî kir û wiha pê de çû: "Em careke din dibêjin em weke hiqûqnasên Mezopotamyayê li ku derê bibin bila bibin em ê deng bidin jiyana nû û li hemberî hemû hîle û bêhiqûqiyên roja hilbijartinê pêk tê rawestin." Karaşîn bilêv kir ku kampanyaya "Em hiqûqnas in" a li tevahî Tirkyiyê dan destpêkirin 1558 kesan îmza avêtin.
RIHA
Hiqûqnasên Rihayê têkildarî hilbijartinê û kampanyaya "Em hiqûqnas in" li ber avahiya Rêxistina HDP ya Rihayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de 76 hiqûqnas û bi dehan kes tevlîbûn. Li ser navê hiqûqnasan Parêzer Serdil Îzol daxuyanî xwend û ev tişt anî ziman: "Em wek hiqûqnasan deng didin banga jiyana nû." Îzol da zanîn ku ji bo jiyanek bi rûmet ew ê piştgiriyê bidin HDP'ê û ji bo bendê derbas bikin ew jî dibêjin "em heye".
Îzol bal kişand ser bêedaletiya Tirkiyeyê û wiha axivî: "Em ê li hemberî bêedaletî û zilma dewletê bin. Em ê mafên hatine xespkirin, ji bo êdî jin neyên qetilkirin, dawî komkujiyan were û hwd. em dibêjin em jî hene. Em hiqûqnas her tim ji bo dadê têdikoşin û ji bo vê hilbijartinê jî ji bo mafên kesî neyê binpêkirin em ê her tim têbikoşin. Em weke hiqûqnasan li ku derê bibin bila bibin, em ê dengê xwe bidin jiyana nû û li hemberî hemû bêhiqûqiyên roja 7'ê Hezîranê pêk tê bisekinin."
Îzol destnîşan kir ku kampanyaya "Em hiqûqnas in" ê Rihayê 76 kesan îmza avêtin û her ku diçe hejmara wan zêde dibe.
STENBOL
Bi heman armancê parêzerên Stenbolê li ber edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê kom bûn daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê Abdullah Levent Tuzel, namzeta HDP’ê ya Stenbolê Sezin Uçar piştgirî da parêzeran. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo edaletê em te nakin serok” hat vekirin û dirûşma “ Deng ji HDP’ê re em herin meclîsê” hat berzkirin. Parêzer Zuleyha Gulum daxuyaniya ku îmzeya hezar û 572 li bin hebû xwend. Gulum diyar kir ku daxuyaniya wan bangawaziya bihara wekhevî û azadiyê ye û wiha axivî: “Li hemberî polîtîkayên dewletê yê dûrî edaletê ye em têdikoşin. Jiyana nû têkoşîna li hemberî komkujiyan e.” Gulum da zanîn ku ew ê dengê xwe bidin jiyana nû.
Piştî axaftinê daxuyanî bi dawî bû.