KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê kemînên artêşa Tirk
Artêşa Tirk li gundê Xaçek ê navçeya Amed Pîranê, li ser rêya Behro û li bejahiya navçeya Pîranê kemîn danî. -
Ji bo şervanê YPG'ê Bozan û 3 gerîlayên ARGK'ê mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Ozan Bozan ê li herêm a Til Temirê jiyana xwe ji dest da û gerîlayên ARGK'ê Gulperî Kaplan, Aşûr Oran û Vahît Bîlîr ên çend roj berê nasnameya wan hat aşkerakirin, li Wan û Erdîşê mewlûd hat dayîn. -
Li Şengalê 4 çete hatin kuştin
Di çarçoveya berxwedana Şengalê de 22’ê Gulanê li derdora Taxa Xeyr Nasir hêzên HPG û YBŞ’ê li hember çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. Di çalakiyên Şengalê bi giştî 4 çete hatin kuştin. -
'Şerê taybet ê AKP'ê wê bi yekîtiya azad a gelan ji holê rabe'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk got, "Hemû xefik û provokasyonên AKP'ê yên li dijî HDP û pêşeroja gelên Tirkiyeyê, bi xurtbûna yekîtiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di bin sîwana HDP'ê de dikarin werin astengkirin." -
2 gundên Serêkaniyê hatin rizgarkirin
Şervanên YPG/YPJ'ê li herêma Serêkaniyê 2 gundên din ji çeteyan rizgar kirin. Li gundên herêma Xabûr ên li ser rÊya Til Temir û Hesekê jî, xebatên paqijkirina bermahiyên çeteyan didomin. -
'Şehîdên Meha Gulanê' li Bruksel û Nantesê hatin bîranîn
Li paytexta Belçîka Brukselê Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan 'Şehîdên Meha Gulanê' bibîr anî. Li bajarê Fransa Nantesê jî tûrnûvaya futbolê ya 'Şehîdên Meha Gulanê' hat lidarxistin. -
Zarokên Şengalî yên zû mezin dibin
Li biçûkaniya temenê wan nenihêrin, wan li nava beden û temenê xwe yê biçûk, jiyaneke mezin vehewandin. Zarokên Şengalî ji şer zerar dîtin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Dara ji aliyê deh hezaran ve hat defnkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Azad Dara (Rohat Arteş) ê li Çiyayê Kizwanê yê Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Dara yê Geverê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin. -
Der barê navê ‘Welat’ de doz hat vekirin
Malbata Sever berî niha bi 7 mehan li Midûriyeta Nifûsê ya Navçeya Yakûtiye navê Welat li zarokê xwe yê nû hat dinyayê kirin, lê Dadgeha 3. a Asliye Hiquq a Erziromê bi hinceta tîpa ‘W’ a di navê ‘Welat’ di alfabeya Tirkî de nîne doz vekir. -
Pêngava Fermandar Rûbar bi serketî didome
Şervanên YPG/YPJ'ê di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar de li Serêkaniyê 3 gund azad kirin. YPG'ê da zanîn ku di pêvçûnan de 2 tang hatin rûxandin, 13 çete hatin kuştin û 4 çete bi saxî ketine destê şervanên wan. -
Cenazeyên şervanên YPG'ê Sonmez û Aslan hatin defnkirin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Fecrî Sonmez (Rêdûr Malazgîrt) û Atîlla Aslan (Jêhat Agirî) ên li Rojava di şer li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Mûş û Agiriyê bi girseyî hatin definkirin. -
Karayilan: Wê heta dawiya hilbijartinan ti çalakiyên me tinebin
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan da zanîn ku heta dawiya hilbijartinan wê ti çalakiyên wan pêk neyên. -
YDG-K, YDG-H: Ti eleqeya me bi êrîşan re nîne
YDG-K û YDG-H’ê diyar kir ku ti eleqeya wan bi êrîşên li Mêrdîn û Sêrtê yên li hember AKP û partiyên din re nîne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ti hesabên YDG-K û YDG-H'ê di tevna civakî de nîn in. -
KCK: Wê tevayî provokasyon vala bên derxistin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku AKP’ya HDP’ê wek dijmin dibîne mimkun e her cure provokasyonan pêk bîne û hat gotin ku wê firsendê nedin ti provokasyonan. -
Li Heftanîn keşf
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bênavber didome. -
Ji bo gerîlayê HPG'ê Yilmaz merasîma bi heybet
Duh di navbera gel û leşkerên xwestin cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fehmî Yilmaz (Egîd Kop) ê li Çewlîkê jiyana xwe ji dest da asteng bikin pevçûn derketin û piştî pevçûnên heya êvarê berdewam kirin cenazeyê Yilmaz bi girseyî hate definkirin. -
Hezkirina gerîla Saro ya xwezayê
Jiyana gerîlayan ya xwe dispêre hembêza dayika xwezayê û pêre di nav yekbûnekê de, ji bo her kesî mijara meraqê ye. -
AKP ji bo dengan dixwaze erdhêjzedeyan bixapîne!
Piştî erdhêjên mezin ên li Wanê pêk hatin, TOKÎ’yê bi armanca hewcedariya starbûna gel avahiyên TOKÎ’yê çêkir, got, ‘Li deryayê dinêrin’ û bi buhayek zêde firot -
Li Farqînê 4 kes hatin girtin
Li navçeya Farqîna Amedê 4 kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin hatin girtin. -
‘Şehîdên Gulanê’ li Colemêrgê hatin bîranîn
Li Colemêrgê endamên CODER’ê “Şehîdên Meha Gulanê” li Goristana Şehîdgehê bibîr anîn û sînevîzyon dan nîşandan. -
30 hezar kesî Kayran a YPJ’î oxir kir
Kesra Kayran a YPJ’î li Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê 30 hezar kesî ve bi merasîmeke heybet hat definkirin. -
Li Agiriyê 4 kes hatin girtin
Li Agiriyê di serdegirtina malan de 4 kes bi îdîaya ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin û li Bazidê jî ji 15 kesên hatibûn binçavkiririn, 5 kes piştî îfadeyên wan sewqî dozgeriyê hatin kirin. -
Şervanê YPG’ê Kalkan ji aliyê hezaran ve hat defnkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmet Kalkan (Rustem Berxwedan) ê li Hesekê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Êlihê bi beşdariya hezaran kesan ve hate definkirin. -
Li hember konvoya cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yilmaz êrîşa duyemîn
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Fehmî Yilmaz (Egîd Kop) ê li Çewlikê 10’ê Sibatê dema amadekariyên zivistanê dikirin jiyana xwe ji dest da û wê li “Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Ronahî” ya Gimgimê bihata definkirin ji aliyê leşkeran ve hatibû astengkirin. -
Şervanên YPG’ê Oztunç û Bozan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Ferît Oztunç û Ozan Bozan ên li Rojava di şerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.