Hezkirina gerîla Saro ya xwezayê
Jiyana gerîlayan ya xwe dispêre hembêza dayika xwezayê û pêre di nav yekbûnekê de, ji bo her kesî mijara meraqê ye.
Jiyana gerîlayan ya xwe dispêre hembêza dayika xwezayê û pêre di nav yekbûnekê de, ji bo her kesî mijara meraqê ye.
Jiyana gerîlayan ya xwe dispêre hembêza dayika xwezayê û pêre di nav yekbûnekê de, ji bo her kesî mijara meraqê ye.
Gerîlayên bi salan li van çiyayan e bûne zanayên jiyana xwezayî. Gerîlayên bi xweza û zindiyên di nav de jiyanekê didomînin, nêzîkatiya wan a bi sewalan re bal dikişîne.
Dema gerîla tê gotin çek û şer tê hişê her kesî. Lê belê dema mijar dibe çiyayên Kurdistanê û gerîlayên PKK’ê, tevayî nêrîn tên guhertin. Gerîlayên PKK’ê li rex şervantiyê bi pêwendiyên xwe yên bi xwezayê ew jî xwe îspat kirine. Gerîlayên hurmetê didin mafê jiyana her zindiyan, qîmetekî mezin didin tevayî sewalan jî. Wan diparêzin û têkiliyan bi wan re pêş dixin. Yek ji wan jî gerîla Saro ye.
Gerîla Saro Sine; ji pêncî û neh salên temenê bîst sal li çiyayên Kurdistanê derbas kiriye. Saro yê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, 5 salan di zîndanên Îranê de maye. Li hemberî zextan rejîma Îranê hema çawa ji zîndanê derketiye berê xwe daye çiyayan. Gerîla Saro yê bi dilsoziyeke mezin gerîlatiyê dike bi têkiliyên ku bi sewalan re pêş xistiye tê bal dikişîne. Li deverên lê dimîne çivîk û sivoriyan piştî hewldaneke mezin fêrî xwe dike. Çivîk û sivoriyên ku di nav zindiyan de yên herî hesas in bi hêsanî fêrî gerîla Saro nabin. Ji bo vî karê dem û sebrê dixwaze gerîla Saro carinan bi rojan carinan jî bi mehan dixebite. Sewal dema dibînin ku Saro wê zerarê nede wan natirsin. Sewalên natirsin carinan xwarina di destê Saro carinan jî nanê di devê wî de digirin. Bersiva Saro ya ji pirsa vî karî çawa dike jî wiha ye: “Pêwîst e mirov baş zanibe zimanê jiyan, xweza û gerdûnê.”