Şervanên YPG’ê Oztunç û Bozan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Ferît Oztunç û Ozan Bozan ên li Rojava di şerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Ferît Oztunç û Ozan Bozan ên li Rojava di şerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Ferît Oztunç (Amed Çiyager) û Ozan Bozan (Rojhat Zîlan) ên li Rojava di şerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
JI BO ŞERVANÊ YPG’Ê OZTUNÇ LI ELBAKÊ MERASÎM
Cenazeyê YPG'î Ferît Oztunç (Amed Çiyager) ê li Hesekê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Dêrê yê Elbaka Wanê bi girseyî hat definkirin.
Şervanê YPG'ê Ferît Oztunç (Amed Çiyager) ku li Hesekê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Dêrê yê Navçeya Elbaka Wanê bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê Oztunç, li ser duriyana Wan-Colemêrgê ji aliyê sedan maşîne ve hat pêşwazîkirin. Di merasîma pêşwazîkirinê de wekîlê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Namzeta HDP'ê ya Wanê Tuba Hezer, endam û rêveberên DBP û HDP'ê Hevşaredarên Wanê, nûnerên KCD'ê û saziyên sivîl ên civakî jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Girsê piştî cenaze pêşwazî kirin, darbesta Oztunç, birin gundê Dêrê û dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê", "Şehîd namirin" gotin. Karwan piştî gihişt gund, darbest ji maşinê daxistin û li ser milan heta goristana gund birin. Darbesta Oztunç, bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û YPG'î Oztunç hat pêçan. Girsê piştî kar û barê olî pêk anîn cenaze dîsa tanîn ser milan û birin li goristanê defin kirin.
Piştî kar û barê definkirinê Rêveberê MEYADER'ê yê Wanê Îbrahîm Alkan, anî ziman ku ciwanên Kurd ji bo azadiya xwe û gelê Kurd bê tirs û bê fikar diçin ser mirinê. Alkan, da zanîn ku ew ê li doza wan xwedî derkevin.
Wekîlê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer jî anî ziman ku ew soz didin şehîdên xwe û wê heta dawî doz û rêya wan bişopînin.
Bavê YPG'îe Ferît Oztunç Nîzamettin Oztunç jî anî ziman ku ev êşek pir mezin e û wiha got: "Me ev êşa mezin jiya, lê bila kesekî din nejîn. Bila serê hemû gelê me sax be."
Piştî definkirinê girse bi hev re çûn mala sersaxiyê ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.
CENAZEYÊ ŞERVANÊ YPG'Ê BOZAN BI GIRSEYÎ HATE DEFINKIRIN
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ozan Bozan (Rojhat Zîlan) ê ku li herêma Til Temir di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Şahbazar ê navçeya Erdîşê ya Wanê hate definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ozan Bozan (Rojhat Zîlan) ê ku li herêma Til Temir a Kantona Cizîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aiyê malbat û MEYADER'ê ve hate wergirtin û anîn navçeya Erdîşê ya Wanê. Cenazeyê Bozan li ser rêya Elcewazê bi girseyî hate pêşwazîkirin û anîn gundê Şahbazarê. Konvoya cenaze li her derê bi alên PKK û YPG'ê hate silavkirin. Cenazeyê Bozan birin malê û ji aliyê malbatê ve hate oxirkirin. Piştre cenazeyê Bozan heya goristanê bi meşê birin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Ey şehîd rêya te rêya me ye" hatin berzkirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Bozan li cem gora şervanê HPG'ê Necîp Çagan (Armanc Zîlan) ê ku di sala 2012'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin.
Piştî karên definkirinê bi dawî bûn Nûnerê MEYADER'ê yê Wanê Îdrîs Şaybak axivî û diyar kir ku her roj ciwanekî xwe defin dikin û wiha got: "Ciwanên Kurd bi berxwedana bi rûmet bingeha azadiyê danîn. Dîroka Kurdan ji nû ve nivîsandin. Axa Kurdistanê ya hatibû dagirkirin ji nû ve hate azadkirin." Alîkarê Hevserokê DBP'ê yê Wanê Fadil Bariştiran jî axaftinek kir.
'DESTÊ XWE DEYNIN SER WIJDANÊ XWE'
Bavê Şervanê YPG'ê Bozan Huseyîn Bozan jî diyar kir ku ji ber polîtîkayên dewletê yên înkar û tunekirinê gelek malên kurd û tirk bi êş in û wiha got: "Van heya îro dilê me şewitand. Kezeba me şewitand. Her tim dibêjin 'Bila dayî negirîn' lê dayikên Kurdan her roj digirîn. Êdî bes e. Bila hemû kes destê xwe danê ser wijdana xwe. Hinekê kezebên dişewitin hîs bikin û wisa biryara xwe bidin."
Piştî merasîmê girse derbasî malê bû û sersaxî li malbatê da.