Cenazeyê şervanê YPG’ê Dara ji aliyê deh hezaran ve hat defnkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Azad Dara (Rohat Arteş) ê li Çiyayê Kizwanê yê Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Dara yê Geverê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Azad Dara (Rohat Arteş) ê li Çiyayê Kizwanê yê Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Dara yê Geverê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Azad Dara (Rohat Arteş) ê 20'ê Gulanê li Çiyayê Kizwanê yê Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Amedê hate wergirtin û anîn navçeya Geverê ya Colemêrgê. Cenazeyê Dara li ser Pira Şakîtan ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin û ber bi navçeyê ve rê ket. Polîsan ji bo konvoya cenaze nekeve navçeyê bi wesayîtên zirxî li duryana rêya Oremar û Pira Abdullah Canan girtin. Polîsan xwest konvoya cenaze di rêya derveyî navçeyê re biçe û li ser vê yekê girseyê bertek nîşan da û li ser rêya Îpekê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî hevdîtina bi Waliyê Colemêrgê re hatin kirin polîsan bend rakirin û konvoya cenaze li ser Pira Abdullah Canan re anîn navçeyê û esnafan dikanên xwe girtin. Konvoya cenaze ji aliyê deh hezaran kesan ve bi dirûşmên "Zext me bêzar nakin", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin û birin gundê Dara yê Geverê. Konvoya cenaze di ketina gund de ji aliyê deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Ciwanan li gund alên HPG, YPG, YPJ, PKK û KCK'ê vekirin di merasîma cenaze sirûd gotin.

DARBEST BI GULAN HATE XEMÎLANDIN

Li mizgefta gund piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn, cenazeyê Dara bi ala TEV-DEM'ê hate pêçandin û bi gulan hate xemîlandin. Piştre darbesta Dara ji aliyê girseyê ve hate wergirtin ber bi goristana gund ve birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Dara hatin vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

'GELIYÊ TIYARÊ QEBÛL NEKIR'

Cenazeyê Dara li goristanê bi dirûşm û dûayan hate definkirin. Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYADER'ê Cengîz Ortaç axivî û wiha got: "Rohat heval komkujiya Geliyê Tiyarê qebûl nekir û tevlî têkoşîna azadiyê bû."

Namzeta HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: "Di nava vê mehê de li Colemêrgê 8 şehîd me definkirin. Qatilên Şehîd Rohat ên li hemberî vê hovîtiyê bêdeng dimînin in. Em amade ne ku ji bo Kurdistanek bi rûmet berdêlên herî mezin bidin."

Bavê Dara Îsmet Dara jî diyar kir ku têkoşîna kurê wî parçeyek têkoşîna rizgariya gel e û wiha got: "Şehîd şehîdê hemû Kurdistanê, Gever û Serokatiyê ye. Şahadeta kurê min parçeyek têkoşîna rizgariya gel e. Serê we û hemû gelê Kurd sax be. Ji ber ku hûn tevlî rêvîngiya kurê min bûn ez spas dikim."

Piştî axaftina girse derbas gund bû û sersaxî ji malbatê re xwest.