Ji bo şervanê YPG'ê Bozan û 3 gerîlayên ARGK'ê mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Ozan Bozan ê li herêm a Til Temirê jiyana xwe ji dest da û gerîlayên ARGK'ê Gulperî Kaplan, Aşûr Oran û Vahît Bîlîr ên çend roj berê nasnameya wan hat aşkerakirin, li Wan û Erdîşê mewlûd hat dayîn.
ANF
WAN
yekşem, 24 gulanê 2015, 13:51
Ji bo şervanê YPG'ê Ozan Bozan (Rojhat Zîlan) ê li herêm a Til Temirê jiyana xwe ji dest da û gerîlayên ARGK'ê Gulperî Kaplan (Saadet), Aşûr Oran (Aslan) û Vahît Bîlîr (Huseyîn) ên çend roj berê nasnameya wan hat aşkerakirin, li navenda Wanê û navçeya Erdîşê mewlûd hat dayîn.
Mewlûda ji bo gerîlayên PKK'ê ji aliyê Şaxê MEYA-DER ê Wanê ve li hewşa Mala Gel a Şehîd Firat a li navçeya Wan Îpekyolû hat dayîn û tevî bi sedan kesî namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê Adem Ozcaner, parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên Komaleyên Mela, Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî û rêveberên bajêr amade bûn. Li konê mewlûd lê hat dayîn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'yiyên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, alên KCK, PKK û YPG'ê hatin daliqandin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê rêveberê MEYA-DER ê Wanê Îdrîs Şaybak axivî û got, "Şehîd ne tenê yên me ne, şehîdên tevahiya Kurdistanê ne."
Parlamenter Gur piştre amafê axaftinê kir û destnîşan kir ku ciwanên jiyana xwe ji dest dane ji bo azadiya gelê Kurd têdikoş in. Gur got, "Çawa ku ji Kobanê em bi awayekî serketî derketin, di vê hilbijartinê de jî em ê bi rêya demokratîk li Tirkiyeyê bi ser bikevin û soza me dane şehîdên xwe, em ê bicih bînin."
'WAN DI NAVA TINEBÛNÊ DE TÊKOŞÎNA ME MEZIN KIRIN'
Kekê Bîlîr Davût Bîlîr li dû Gur peyivî, spasiyên xwe pêşkêşî beşdaran kir û got, "Şehîd ne tenê şehîdê me ye, yê tevahiya Kurdistanê ye. Di serî de serê Serok Ocalan serê tevahiya gelê Kurdistanê sax be."
Apê Kaplan Salîh Kaplan jî got, "Şehîdên me, di salên destpêkê yên têkoşînê de tevlî bûn û di nava tinebûnê de têkoşiyan. Di nava tinebûnê de canê xwe feda kirin û têkoşîna me gihandin roja îro."
Kaplan got, "Hilanîna tola şehîdên me wê di hilbijartinên pêş de bi serketina HDP'ê re pêk were" û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.
Bavê Oran Abdûllah Ocalan jî bi vî rengî peyivî: "Em ê her tim li mafê xwe bigerin. Em ê ti carî destûrê nedin ku mafê me were xwarin. Ji bo xilasbûna ji vê zilmê, pêwîste em her kes 24 saetan bê navber bixebitin. Şehîd ne tenê ewladê min e, ewladê we ye. Ji ber ku heman êş we jî bi min re di dilê xwe hîs kirin. Şehîdê me şehîdê hemû Kurdistanê ye."
JI BO ŞERVANÊ YPG'Ê BOZAN LI ERDÎŞÊ MEWLÛD HAT DAYÎN
Ji bo şervanê YPG'ê Ozan Bozan (Rojhat Zîlan) ê li herêma Til Temir a Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest da, mewlûda berî du rojan li taxa Şêxbazaran hat dayîn, bi dawî bû. Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Erdîşê Abdûrahman Tûran di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku di nava têkoşîna 40 salan a azadiyê ya Kurdistanê de bi hezaran şitlên ciwan jiyana xwe ji dest dane.
Bavê Ozan Huseyîn Bozan jî got, "Rojhat ne tenê şehîdê min e, yê tevahiya gelê Kurdistanê ye. Her şehîdekî me yê em bi şehadeta wê/î dihesin, dilê me dişewitîne. Eger em nebin yek, em ê hînê gelek ciwanên xwe di binê axê de veşêrin. Wê canê me hînê gelekî bihêşe, xwîna me birije. Bang li Kurdên li cem sîstemê cih digirin kirim; êdî bes e, bila êdî wijdanê we hîs bike. Gelek ji me gorên şehîdên xwe, ewladên xwe jî nizanin. Ev leheng ji bo berjewendiyên malbatê şer nakin. Ji bo şeref û rûmeta we biparêzin, canê xwe didin. Hûnê hînê heta kengî bidin dû berjewendiyên xwe. Ji kerema xwe re êdî tevlî têkoşîna xwe bibin. Ji bo sibe dilê we jî neşewite were em bibin yek û rijandina vê xwînê bisekiînin." Mewlûd piştî xwendina duayan bi dayîna nanê xêrê bi dawî bû.