KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk li Bazidê belgeya ‘mayînan’ dide îmzekirin
Der ket holê ku artêşa Tirk li gundê Kizilkaya yê navçeya Bazid a Agirî belgeya ‘Eger hûn pê li mayînan bikin em ne berpirsyar in” bi gel dide îmzekirin. -
Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo di roja 22. de didome
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li derdora bajaroka Mebrûka 11 gund hatine rizgarkirin, 184 çete hatine kuştin, tangek, 2 panzer û gelek çek û cebilxane desteser kirine. -
Artêşa Tirk hewldanên pêşxistina provokasyonan zêde kir
Tevgera hewayî, bombardûman, kemîn û operasyonên artêşa Tirk ên bi armanca pêşxistina şer û pevçûnan didomin. -
Çeteyan êrîşî Şêxmeqsûd kirin, YPG/YPJ'ê bersiv da
Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên ev demeke gefê li taxa Şêxmeqsûd dixwin, bi çekên giran gule li taxê reşandin. Hêzên YPG/YPJ'ê jî bersiv dan çeteyan. -
YPG: Em ê heta dawiyê Şêxmeqsûd biparêzin
Fermandariya YPG’ê ya Helebê diyar kir ku hêzên wan ji bo parastina taxa Şêxmeqsûd û hemû pêkhateyên wê bi hemû hêza xwe amade ne. -
Ji bo Tûtûman ê YPG'yî li Dêrsimê bîranîn
Ji bo şervanê YPG’ê Tûtûman ê dema li hember DAIŞ’a dijminê mirovatiyê şer dikir jiyana xwe ji dest da, li mala cem bîranîn hat lidarxistin. -
Bêyî îradeya siyasî û muxetab çareserî nabe - Cemîl Bayik
"Em hikûmeta AKP’ê careke din hişyar dikin; bi her cure rêbazên kirêt ên derveyî hiqûqê hewldana di bin bendê de hiştina HDP’ê û bi hîleyên hilbijartinê hiştina HDP’ê ya di bin bendê de, tê weteya îlankirina şer li dij gelê Kurd û hêzên demokrasiyê." -
2 bira hatin binçavkirin
Li navçeya Wan Ebexê, du bira ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. -
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê ber bi Rihayê ve hatin şandin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Mûstafa Tûnç (Jêhat Teyî) û Ahmet Yilmaz (Rêber Devî) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin wergirtin. -
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Yildiz bi girseyî hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Vedat Yildiz (Kendal Baz) ê ku li Hesekê jiyana xwe ji dest da li gundê Toraqa yê Mûşê hate veşartin. -
FGD êrîşên AKP'ê protesto kir
FGD, êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên di dema hilbijartinê de zêde bûne, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir. -
Handicap: Bombeyên neteqiyayî gefê li Kobanê dixwin
Handicap International a mafên astengdaran diparêze û li 61 welatan dixebite ragihand ku bombeyên neteqiyayî gefeke mezin li sembola berxwedanê Kobanê dixwin. -
Ronahî: Polîtîkaya AKP'ê ya li ser Îmraliyê wê zerarê bide xwediyê xwe
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Ronahî got, "Nêzîkatiya li Rêbertiya me çi be nêzîkatiya li pêvajoya çareseriyê ye. Eger astengkirina hevdîtina heyetê bi Rêberê me re razemendiyek ji bo hilbijartinê be, ev yek wê zerarê bide xwediyê xwe." -
Li Gimgimê tevgera leşkerî
Li navçeya Gimgim a Mûşê danê êvarî gelek wesayîtên leşkerî ji Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê bi rê ketin. -
Walîtî destûr nade cenazeyên şervanên YPG’ê bidin malbatan
Walîtiya Riha destûr nade cenazeyên şervanên YPG’ê Mustafa Tûnç (Jêhat Teyî) û Ahmet Yilmaz (Rêber Devî) yên li Kobanê di şerên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bidin malbatan. -
Şervanên YPG/YPJ’ê ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin
Cenazeyê Fermandara YPJ'ê Songul Kurt û cenazeyên şervanên YPG'ê Îsmaîl Dere û Seraceddîn Çelîk ên li Til Temir û Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Geverê ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin definkirin. -
Cenazeyê Şahîn ê YPG'yî ji aliyê bi deh hezaran kesî ev hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ferman Şahîn (Demhat Mahsûm) ê di operasyona li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de li Hesekê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê şaşitiyek sererast kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, şaşitiyeke xwe ya der heqê şervanê Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî Bedrettîn Akdenîz (Ekîn Înca Mihemed) ê di dema Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de li qada Mebrûka jiyana xwe ji dest da, sererast kir. -
PKK'ê 'Şehîdên Meha Gulanê' bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê di şexsê Ahmet Kesîp (Cîmşît), Mûstafa Omurcan (Sari Omer), Sabrî Gozubuyuk (Hecî) û Sûltan Yavûz (Leyla) de cangoriyên meha Gulanê bibîr anî. -
AKP li Wanê serdegirtina malan didomîne
Li navçeya Erdîş a Wanê polîsan girt ser gelek malan. Hat diyarkirin ku di dema serdegirtinan de polîsan heqaret, dijûn û tehdîd kirine û şîdet pêk anîne. -
MLKP Rojava: Bedrettîn Akdenîz nemire
MLKP Rojava, şervanê HAY’ê Bedrettîn Akdenîz (Suphî Şoreş) ê di parastina Rojava de jiyana xwe ji dest da, bibîr anî û got: “Em careke din îlan dikin; Wê Rojava qezenc bike! Wê azadî û rûmet qezenc bike! Wê mirovahiya bindest qezenc bike” -
Bûyera Kelaşîn û hilbijartinên Bakur... - Amed Dîcle
Beriya çend rojan li herêma Kelaşîn bûyerek xemgîn pêk hat. Bûyerek bi vî rengî di nava hêzên Kurd de tiştekî ne xweş e. HPG'ê der barê bûyerê de agahî dan û paşê jî KCK'ê mijarê ronî kir, banga berpirsyariyê li hemû hêzên Kurdistanî kir. -
HPG: Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike
Tevî danîna kemînan, tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li hemberî gerîlayan, bê navber dewam dikin. -
Fermandariya Giştî ya YPG'ê encamên Pêngavê aşkera kir
YPG'ê da xuyakirin ku qonaxa destpêkê ya Pêngava Fermandar Rûbar di 21'ê Gulanê de bi awayekî serketî bi encam bûye û bîlançoya 15 rojan aşkera kir. -
'Gerîlayan birînên me derman kirin'
Pêşmergeyê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) Kerîm Xalidî yê li Xinêrê birîndar bû diyar kir, ku gerîlayan ew birine herêma xwe û bîrînên wan derman kirine.