2 bira hatin binçavkirin
Li navçeya Wan Ebexê, du bira ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li navçeya Wan Ebexê, du bira ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li navçeya Wan Ebexê, danê sibehê li taxa Yûkari Sagmali, polîsan bi ser malekê de girtin.
Di encama serdegirtinê de Omer Alma û Cengîz Alma hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê.
Der barê hinceta binçavkirinê de agahiyek nehat bidestxistin. Hat ragihandin ku wê her du bira radestî Edliyeya Ebexê werin kirin.