Çeteyan êrîşî Şêxmeqsûd kirin, YPG/YPJ'ê bersiv da
Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên ev demeke gefê li taxa Şêxmeqsûd dixwin, bi çekên giran gule li taxê reşandin. Hêzên YPG/YPJ'ê jî bersiv dan çeteyan.

Îro di danê sibehê, çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam û hin komên din ên çete yên destekê ji dewleta Tirkiyeyê digirin, taxa Şêxmeqsûd dorpêç kirin. Çeteyan gef li welatiyên taxê xwarin ku heta saet 13.00’an taxê vala bikin, da ku taxê wekî herêmeke leşkerî destnîşan bikin.
Çeteyan piştî vê gefê, danê nîvro bi çekên giran hin deverên taxê gulebaran kirin; lê şervanên YPG/YPJ'ê jî bersiva van êrîşan da.
Hat zanîn ku gulebarana çeteyan li kolana Muxaberat, kolana 20’an, gundê Nebo û herêma El-Şeqîf pêk hatiye.
Şer û pevçûnên li herêmê hîn didomin.
Der barê mijarê de Fermandariya YPG’ê ya Helebê daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû ku hêzên wan ji bo parastina taxa Şêxmeqsûd û hemû pêkhateyên wê bi hemû hêza xwe amade ne.
YPG'ê di daxuyaniya xwe de gotibû, "Em wekî YPG’ê soza me daye pêkhateyên gelê xwe yên taxa Şêxmeqsûd ku em heta dawî wan biparêzin dubare dikin û em dibêjin ku em ê heta şervanê xwe yê dawî jî parastina taxê bikin û rê nedin ti aliyan bikevin taxê."