FGD êrîşên AKP'ê protesto kir

FGD, êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên di dema hilbijartinê de zêde bûne, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir.

FGD, êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên di dema hilbijartinê de zêde bûne, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir.

Federasyona Gelan a Demokratîk (FGD) der barê êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên di dema hilbijartinê de zêde bûne daxuyaniyek da çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de Hevserokên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeya navendî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn.

Nûnerê FGD Tahîr Demîrtaş daxuyanî da û diyar kir ku serdegirtinên tên kirin, bi hinceta tevlîbûna li bîranîna Berkîn Elvan, çalakiyên 1'ê Gulanê tên kirin. Hat bibîrxistin ku kompûter, kamera û dîskên namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş hatine desteserkirin.

Nûnerê FGD'ê Tahîr Demîrtaş anî ziman ku wan careke din bi serdegirtinên nîvê şevê û binçavkirina karker, kedkar û xwendekaran dest bi rojê kirine û got, "Tevlîbûna li 1'ê Gulanê, protestokirina komkujiyên li hemberî jinan tên kirin, bîranîna Berkîn Elvan û hesabpirsîna ji kujeran ne sûc e."

Di daxuyaniyê de zext û êrîşan hatin protestokirin û girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan ji meydana azadiyê belav bû.