Artêşa Tirk hewldanên pêşxistina provokasyonan zêde kir
Tevgera hewayî, bombardûman, kemîn û operasyonên artêşa Tirk ên bi armanca pêşxistina şer û pevçûnan didomin.
Tevgera hewayî, bombardûman, kemîn û operasyonên artêşa Tirk ên bi armanca pêşxistina şer û pevçûnan didomin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk ji bo li Bakurê Kurdistan û xeta sînor şer pêş bixe hewldanên xwe zêde kirine.
HPG’ê bal kişand ku artêşa Tirk tevgera hewayî, bombardûman, kemîn, operasyon û kontrolên rêyan zêde kiriye û ev agahî da:
“27’ê Gulanê saet di navbera 15:30 - 16:00’an de li ser xeta herêma Zagros a Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer a artêş T.C a dagirker rû daye. Ev tevgera hewayî li herêmên gerîla yên din jî zêde bûne. Li gor wê;
27’ê Gulanê saet di navbera 15:30 - 18:00’an de li herêma Avaşîn, saet di navbera 17:00 - 18:00’an de li herêma Metîna, saet di navbera 08:00 - 09:00’an û saet 14:30 - 17:30’î de li herêma Zapê û qadên Ertûş û Garêya mezin, 26’ê Gulanê ji danê sibehê heta 27’ê Gulanê saet 19.00’an li ser qada Besta ya Şirnexê tevgera balafirên şer rû daye; di navbera 27’ê Gulanê saet 22:00 û 28’ê Gulanê 04.30’î de li Metîna, 27’ê Gulanê saet di navbera 18:00 - 21:00’ê de li qadên Ertuş, Garêya Mezin û Şkefta Birîndaran ên girêdayî Zapê, 26’ê Gulanê ji danê sibehê heta 27’ê Gulanê saet 19.00’an li ser qada Besta pêgerên hewayî yên bêmirov geriyane.
27’ê Gulanê saet 17.30’î ji Qereqola Yekmal a di kontrola artêşa T.C a dagirker de ye û li ser xeta sînor a Heftanîn a Yek ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyaye 2 komên leşkerî li hember qadê operasyon dane destpêkirin. Komek leşker li qûntarên li ser ava Xabûr bicih bûye; koma din jî li qada Dola Kulya bicih bûye. Artêşa Tirk li vir hewldanên xwe yên çêkirina provokasyonan didomîne û dixwaze gerîlayên me bikişîne nav şer.
Ji 27’ê Gulanê saet 08:00’an heta 28’ê Gulanê saetên nîvro Qereqola Gundikê Mele ya girêdayî Şirnexê li hember girên Çiyayê Fila û Herbîş bi obus, hewan û çekên giran A-4 bombardûmanek pêk aniye.
27’ê Gulanê saet 11:00'an ji Qereqola Bêrik a di kontrola artêşa Tirk a T.C de ye û girêdayî navçeya Aricak a Elezîzê ye leşkeran operasyonek dane destpêkirin. Artêşa Tirk a heman rojê saet 12.30’î vekişiya yekîneyên xwe yên veşartî li eraziyê bicih kirine û kemîn danîne.
27’ê Gulanê saet 16:00'anli qadên Şehîd Brûsk, Beyan, Çeşme, Uçkula, Heredan ên girêdayî Farqîna Amedê û li derdora navçeya Pîran helîkopterên Skorsky ên artêşa T.C a dagirker nizm firiyane û keşf pêk anîne.
27’ê Gulanê saet 20:00'an li qada gundê Tatan ê girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê artêşa T.C a dagirker li ser rê kemîn danîne; li ser rê nuqteyên kontrolê danîne û nasname kontrol kirine.
27’ê Gulanê saet di navbera 20:30 - 00:00 de artêşa T.C a dagirker di navbera gundên Harçîk, Çadir Kaya, Saglam Taş û Dere Boyu yên girêdayî Pîlemûr a Dêrsimê bi tevlîbûna wesayîtên zirxî kemîn danîne.
Çend rojên dawî ne li Daristanên Saikamiş a Qersê yekîneyeke kontra li eraziyê kemîn danîne.
28’ê Gulanê (îro) saet di navbera 07:00 û 12:00’an de li qada Ferxan û 27’ê Gulanê saet di navbera 11.00-12.00’an de li qada Kizilagaç a girêdayî Çewlikê tevgera helîkopterên Kobra û Skorsky ên artêşa T.C a dagirker rû daye.”